Li Şirnexê li qontara Çiyayê Cûdî gelek cih ji ailyê Dezgehên Komir yên Tirkiyeyê (TKÎ) ve wekî qada rezerva komirê hatiye îlankirin û li vir bi sedan kanên komirê yên qaçax hatine kolan. Di van kanan de qederê 3 hezar 500 kesî, rojê ji bo 30-50 lîreyî beyî ewlehiya kar û ya civakî dadikevin "bîrên mirinê".

Saziya Lêkolînkirin û Lêgerînê ya Madenê (MTA) di salên 90'î de di encama xebatên sondajê de diyar kir ku ji Gundê Milgaşantê heta bi herema Bestayê li ser erdê 24 hezar û 600 hektarî mezi, qederê 90 milyon ton rezerva komirê heye. Lê ev komîr, komirekî bê qelîteye û ji madeya Asfaltîtê pêk tê. Asfaltît jî madeyeke wekî asfaltê ye û dema dişewite dibe wekî benîşt.
Van demên dawî, ji ber ku gundên wan ji aliyê dewletê ve hatin şewitandin gelek welatî ji gundên xwe koçî Şirnex, û bajarokên Dêrgûle û Gûndike Melê kirin. Li vir, ji ber ku ti kar nebû, ev kanên komirê bûn çavkaniya debara welatiyan.

Kanên komirê bûn ranta AKP´ê

Piştî ku hikûmeta AKP'ê sala 2002'an bû desthilatdar ev qadên komirê bi protokoleke di navbera TKÎ û Walîtiya Şirnexê de dewrî Îdareya Taybet ya Şirnexê kirin. Îdareya Taybet ya Şirnexê ya ser bi  Walitiyê ve, ev der ji bê îhale pêşkêşî Şirketa Gelîş Madencilik ve Tîcaret A.Ş´yê kir.
Piştî ku par di encama qezayekê de karkerekî jiyana xwe ji dest da, Wezareta Enerjiyê ya dewleta tirk dest danî ser van kanên qaçax. Lê ev kane hêj dişuxilin. Herî dawî, 3'ê Hezîranê li gundê Avka Masiyan, di kana komirê ya qaçax de erd heziya û di encamê de karkerê bi navê Îbrahîm Sagnak jiyana xwe ji dest da. Vê bûyerê jî careke din rewşa kanên komirê yên qaçax anîn rojevê.

Rojê 9 saetan di bin erdê de

Karkerê bi navê Enver Kabul ê 43 salî ku ev 18 sal in di van kanan de dixebite, got, ew ji neçarî vî karî dike û weha pêde çû: "em rojê 9 saetan dixebitin. Firehiya cihê em lê dixebitin, di navbera 5-15 metroyan de ye. Rojê an 30 an jî 50 TL pere digihije ber destê me. Tu ewlehiya me tuneye. Ne sigorte ne jî ewlehiya kar."
Kabul, bal kişand ser komkujiya Somayê jî û wiha axivî: "ez ji ber Somayê gelek xemgîn im. Lê qet nebe sîgorteya wan heye. Dema mirin. Tezmînatê didin malbata wan. Me ti tişt nîne. Dema karkerekî hevalê me jiyana xwe ji dest da. Ji malbata xwe re tenê deyn dihêle."
Karkerê ciwan Nîhat Kabûl ê 20 salî yê nû zewicî jî got, ciwanên heremê hemû di bin erd de dixebitin û wiha pêde çû: "Dema me nû dest pê kir. Em ditirsiyan. Lê piştî demekê ev tirsa me nema. Ti çareya me nîne. Me neçarî vî karî dikin"
Fatîh Kabûl ê 22 salî jî bal kişand ser rewşa karsazên heremê ku li şûna li heremê li derveyî heremê pereyan razîni û wiha peyivî: "li Şirnexê ji bilî komirê ti tiştî din nîne. Ne fabriqeyek ne jî atolyeyek. Em rojekê nexebitin. Roja din, em nikarin nanekî bibin mala xwe."

ŞIRNEX