
Li navçeya Gergerê ya Sesmûrê der barê Rojnameger û Xwediyê Rojnameya Herêmî ya Gerger Firatê Haci Bogatekîn de ji ber nûçeyên hatine çêkirin û nivîsên wî yên gunçik de lêpeirsîn li ser lêpirsînê û doz li ser dozê vedibin. Bogatekîn anî ziman ku der barê wî de heta niha zêdeyî 500 lêpirsînan û 139 doz hatin vekirin. Bogatekîn da zanîn ku jî rastiya civakê û rayedarên dewletê ya li hemberî welatiyan anîye ziman, ji ber nûçeyên rê, ceyran, av, nelirêtî û gelek bûyeren din aniye ziman doz li wî vebûne. Bogatekîn bilêv kir ku heta niha 4 mehan girtî maye û ji ber sernavê 4’ê Çileya 2000’an a bi navê „Feto û Apo“ doz lê vebû û hate girtin. Bogatekîn da zanîn ku Dozgerê Komarê yê Meletiyê ji ber nivîs û nûçeyên wî bi îdîaya „Propaganda rêxistinê kiriye“ doz li wî vekir û wiha axivî: „Pişti doz li min vebû û ez hatim girtin. Ez 4 mehan li girtîgeha Semsûrê girtî mam. 5 dozên din ên li min vebûn niha li Dadgeha Bilind in. Ger ku ev doz bên erêkirin dê 11 sal û 5 meh ceza li min bê birîn.
‘Dixwazin rastiya vir neyê bihîstin’
Bogatekîn, bilêv kir ku li herêmê 2 cureyên rojnamegeran hene û wiha axivî: „Yek rastiya herêmê û civakê tîne ziman. Yên din jî li ser derew û lîstikan nûçeyan çê dikin. Yên çavkaniya xwe ji gel digirin û ji bo gel nûçeyan çedikin her tim rastî zext û zordariyan tên. Ji ber ku rastiyê dinivisin her tim rastî doz û cezayan tên. Ji ber ku ez pirsgirêk û daxwazên gel dinivîsim doz li min tên vekirin. Lêpirsîn tên destpêkirin. Ji ber min nûçeyên ceyran, rê, av û nelirêtiyê aniye ziman doz û lêpirsîn hatine vekirin. Em nabên bila qeymeqam, şaredar û walî xwe aciz nekin. Rastî li ku dibe em li wir in. Em her tim li cem rastî û heq cih digirin. Mînak tê gotin ku li Semsûrê hezar û 800 rojnameger hene. 8 hem cemiyet hene. Lê heta niha der barê rojnamegerekî de lêpirsîn nehatiye vekirin. Tenê der barê min de doz û lêpirsîn tên vekirin.
Bogatekîn, da zanîn ku ji ber doz û lêpirsîn li wî tên vekirin nikare bi hêsanî karê xwe bike û dema wî bi piranî li deriyê dozgerî û dadgehê derbas dibe.
MAHSUN SAÐLIK / DÎHA/SEMSÛR