
Endama Koma Sorxwîn Nûdem Durak bi hinceta gotina strana bi Kurdî hat girtin û di du dozên lê vekirî de lê 19 sal cezayê girtîgehê hat birrîn.
Nûdem Durak bi xwe bi israr e ku awaz û helbestên stranên xwe li pişt dîwarên betonî jî bi ruh bike. Di serdema hikûmeta AKP’ê de, kolan, zevî, ziman, çand, çalakî, perwerde, stran, pirtûk, parastin, seyran, muzîk û gelek tiştên mafê mirovan hatin qedexekirin. Li aliyê din dizî, kuştin, tiryak, şelihandin, talankirin, wêrankirin û girtina mirovan hat serbest kirin. Di çarçoveya vê qirkirina siyasî de hêjmara girtiyên siyasî ji 9 hezaran bihurî. Rojnamevan, parêzer, akademîsyen, siyasetvan, nivîskar rewşenbîr, zarok, ciwan, kal, pîr, jin û hemû kesên aştî, demokrasî û wekheviyê dixwazin, hatin girtin. Yek ji van kesan jî endama Koma Sorxwîn Nûdem Durak e. Durak, bi helbest, newa û awazên xwe hewl da êş, şahî û daxwazên civakê bi stranan îfade bike. Ji ber ku bi Kurdî stran gotin, hat girtin. Durak ev nêzî salekê ye ku girtî ye û lê 2 doz hatin vekirin. Dadgehkirina Nûdem Durak bi encam bû û ji herdu dozên cihê bi giştî 19 sal cezayê girtîgehê lê hat birrîn.
‘Min xeyalên xwe pêk anîn’
Durak, ji malbateke dengbêjan ji dayik dibe. Li Bajarokê Dêrgûlê yê Şirnexê mezin dibe. Ji malbata wê hemûyî wê kesên bi stran û muzîka Kurdî elaqedar dibin hene. Durak jî ji ber çanda malbata xwe hêj di temenê biçûk de bi muzîkê elaqedar dibe û dest bi stranan dike. Dema nû dest bi gotina stranan kir, ji tenekeya helawê û darekê tembûr çêkir û dest bi stranan kir. Piştre hevalên xwe yên gund kom kirin û komeke muzîkê ya xwezayî ava kir. Piştre bi mîkrofoneke plastîk a pêlîstok konser da hevalên xwe. Durak, ku hêj di temenê biçûk de eşqa muzîkê û hunermendiyê ket dilê wê bi hezkirineke mezin bi karê muzîkê elaqedar bû. Herî dawî li Amedê tevlî konserekê bû û xeyala xwe pêk anî. Ji ber ku yek ji xeyalên wê ew bû ku li Amedê konserê bide.
Gitara xwe bi gustîla dayika xwe kirî
Nûdem Durak sala 2009’an li Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê (MKM) dest bi xebata muzîkê kir. Yeke din ji xeyalên wê ew bû ku bibe xwedî amûrên lêdana muzîkê. Ji ber vê yekê dayika wê gustîla xwe didiyê û bi gustîla dayika xwe gîtarê dikire. Durak ku xeyala xwe ya duyemîn pêk anî û bû xwedî gîtar, piştî demekê jî kom ava kir.
Koma Sorxwîn ava kir
Nûdem Durak ewil komek ava kir û piştî koma ewil belav bû koma duyem a bi navê Sorxwîn ava kir. Nûdem Durak bi vê koma Sorxwîn beşdarî pîrozahiyên Newroz, 8’ê Adarê û şahiyên din bû. Konser dan bi hezaran kesan. Piştî ku Nûdem derket ser dikê û li hemberî hezaran kesî stran gotin, der barê wê de zext û zordarî zêde bûn. Nûdem Durak ji ber ku bi Kurdî stran gotin û bi Kurdî axivî, der barê wê de bi dehan lêpirsîn hatin vekirin. Çar caran hat binçavkirin, du caran hat girtin, du caran hat girtin û bi giştî sal û nîvekê girtî ma. Nûdem Durak piştî ku hat berdan dozên wê bi encam bûn û dîsa hat girtin. Durak ji 2 dozên cuda bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” dîsa hat girtin û ev saleke girtî ye. Li Nûdem Durak 2 doz hatin vekirin û ji dozekê 10 sal û ji dozeke din jî 9 sal bi giştî 19 sal ceza li wê hat birrîn.
Berdêla stranên Kurdî 19 salin
Nûdem Durak ku berê di konseran de stranên xwe digotin, niha awaz û qerîna xwe di nava çar dîwaran de bi hevalên xwe yê qawîşê re parve dike. Niha helbestên xwe di nava çar dîwaran de nivîse. Girtinê û mehkûmiyê Nûdem Durak ji eşq û hezkirina muzîkê dûr nexist. Ew bi hezkirin û evîneke mezintir di nava çar dîwaran de bi saz û awazên xwe hest û wêrîna xwe bi hevalên xwe re parve dike. Nûdem Durak li ser mijarê got, ew ê dîsa her dem awazên xwe bistrê û weha peyivî: “Cihê hunermendan ne girtîgeh e. Tenê ji ber ku min bi Kurdî stran gotin, ez hatim girtin. Berdêla strana Kurdî bû 19 sal cezayê girîgehê. Em li welatekî dijîn ku akademisyen, rojnameger, parêzer, hunermend û siyasetmedar lê tên girtin. Ez bawer nakim ku li welatekî din tiştekî wisa hebe. Ez dê stranên xwe ji bo aştiyê dewam bikim. Çi dibe bila bibe ez dest ji karê huner û muzîkê bernadim. Ez li pişt xeyalên xwe çûm. Ez hêj nû gihiştim xeyalên xwe ez hatim girtin. Ez li dijî hiqûqê hatim darizandin û li dijî hiqûqê ceza li min birrîn. Ez dê li vir jî xebatên xwe yên muzîkê dewam bikim. Ez dê li vir stranan jî bibêjim û helbestan jî binivîsim.”
MELTEM OKTAY/DÎHA/MÊRDÎN