Derhênera Kurd, Ayşe Polat ku ji ber zextan koçî Elmanyayê kir, di filmên xwe de jî tiştên li ser erdnîgariya Kurdistanê diqewimin, vedibêje.
Derhênera Kurd-Elewî, Ayşe Polat bi belgefîma xwe ya ‘Yên din’ ku li Şax (Çatak) a Wanê kişand, tevlî 3’emîn Festîvala Filman a Axtamara bû. Ayşe di 1970’ê de li Meletiyê hatiye dinê û di 1978’an de bi malbata xwe re koçî Elmanyayê dike.
Belgefilmê wê yê binavê ‘Yên din’ jî li ser Ermeniyan hat kişandin û di 35’emîn Festîvala Filman a Navneteweyî ya Stenbolê de, di Pêşbirka Belgefilman a Neteweyî de xelatên mansiyon girt û niha jî bi heman belgefilmê tevlî ya Axtamara bû. Ayşeyê got: “Min ev belgefilm li Şaxê kişandibû. Lîstikvanên belgefilmê wê bên vê festîvalê û xwe temaşe bikin.”
Ayşeyê diyar kir ku di salên dawî de tê Kurdistanê û bi vî hawî ev ji nû ve tiştên di zarokatiya xwe de jiyaye pê dihese û wiha axivî: “Ez ê nasnameya xwe di projeyên pêşerojê de vebêjim.”
 Ayşe Polat di navbera 1990-1995’an de li Berlîn û Bremenê felsefe û wêjeya Elman xwend. Di vê demê de bi filmê Fremdennacht (Şeva Biyanî) di festîvalên Munster û Nurnbergê de xelat wergirtin. 

JINHA/WAN