Dayê Hêmin behsa tesîra PKK li jiyana wan a Qendîlê dike û dibêje: “Berê me ji bo fêkiya darekî dilê hev dihişt, em ji hev dixeyidîn. Jiyan li Qendîlê bi PKK’ê re hê xweştir e.”
Dayê Hêmin û du neviyên xwe Jiyar Ehmed (14 salî) û Juwan Ehmed (12 salî) bi salane li gundê Sînemokê dijîn û bi giştî bi karê çandiniyê re mijûlin. Debara wan ji çandiniyê ye. Karê çandiniyê tevî hemû metirsiyan jî bi dildariyeke mezin dikin.
Hevjînê wê pêşmergeyê dêrîn e
Dayê Hêmin li ser pirsa, “Ma hûn ji bombeberanan natirsin” dibêje: “Eger em ji balafiran bitirsiyan, em ê li vir nemabana”. Hevjînê dayê Hêmin jî pêşmergeyê dêrîn e. Dema ev pêşmerge ji bo azadî û serxwebûna Qendîlê li berxwe didan, dayê xwarin ji hevjînê xwe û hevalên wî re çêdikir.
Edaleta civakî ji wan fêr bûn
Dayê Hêmin dibêje, beriya PKK were Qendîlê berê mirov ji bo fêkiya darekî jî dilê hev dişikandin û ji hev dixeyîdîn lê, bi hatina PKK’ê re fêr bûn ku vana çawa parve bikin û edaleta civakî ji PKK’ê fêr bûne. “
Dayê Hêmin dibêje, dewleta Tirk PKK ku ji zarokên vî gelîne, ji xwe re dike bahane û miraza dilê xwe wiha raberî me dike:"Înşallah wê dagirkerî bi dawî bibe û em ê bi PKK’ê re siberojên hê baştir bijîn.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ