Yenturk ku di ciwantiya xwe de li navçeya Gimgima Mûşê meletî dikir, li ser îxbarekê hate binçavkirin û bi îdîaya "Alîkarî daye PKK'ê" hate girtin û rastî 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehe hat. Yenturk, piştî li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê raza serbes hate berdan. Yenturk, ku berê meletî dikir, piştî serbest hate berdan karê wî ji destî wî hate girtin û betal ma. Yenturk ê ji navçeya Pasûrê piştî serbest hate berdan û betal ma, mala xwe barkir û hate li taxa Rezan bi cih û war bû. Yenturk, ji ber ku kar bi destî wî nakeve niha li kolana Sakarya ya taxa 5 Nîsanê ya Rezan karê simîtfiroşiyê dike.

Yenturk ku li gundê Emerka yê navçeya Pasûrê ji dayik bû, dibistana sereteyî li Mûşê xwend. Yenturk piştî dibistana sereteyî 9 sal feqetî kir û piştî ezmûnê meletî qezenç kir. Yenturk, yê di sala 1993'an de hate girtin piştî 3 sal û 9 mehan girtî ma serbest hate berdan û karê wî ji destê wî çû. Her çend dîsa seri li Midûriyeta Diyanetê da jî dîsa encam bi dest nexist û mala xwe bar kir û hate Amedê. Yenturk, diyar kir ku demekê rojnameyên Ozgur Gundem û Azadîya Welat belav kir ji sala 2005'an heta niha li ser kolana Sakaryayê simîtan difiroşe. Yenturk ku her roj serê sibê saet di 05.00'an de şîyar dibe, derdikeve kolanê û dest bi firotinê dike. Yeturk, dazanîn ku her roj nêzî 100 sîmît 100 çorek, 10 kg borek difiroşe, Yenturk, bilêv kir ku di demsala zevistanê de jî şîr difiroşe û rojê nêzî 7 kîlo şîrê çêlekan difiroşe. Yenturk, destnîşan kir ku ji ber kar bi destî wî nakevin neçar e vî karî bike û debara xwe bike.

  AMED