Meşa Dirêj a ji bajarê Mannheim a Elmanyayê bi dirûşma “Serok Apo azad bike, Kurdistanê azad bike, Jiyanê azad bike” di 5’ê Sibatê de dest pê kir, di roja şeşemîn de ye. Duh ciwanên Kurd saet di 08:00 de li Martplatz a Rastattê li hev civiyan û saet di 09:00 de jî bi coşeke mezin dest bi meşa xwe ya roja pêncemîn kirin. Ciwan duh heta bajarê Achernê meşîn.
Komek ji ciwanên Kurd, ji bo rewşa Ocalan vebêjin û dosyayeke berfireh di vî warî de pêşkêş bikin, çûne serdana Şaredariya Rastattê û bi rayedarên şaredariyê re hevdîtin çê kirin. Ciwanên ku ji bo azadiya Ocalan dimeşin, heta niha rêyek ji 137 kîlometreyan li dû xwe hiştine.
ACHERN