Di rewşeke wiha de, kesên bi rastî daxweza guhertinê dikin û dixwestin guhertineke bingehîn, ser hîmên biratiya gelan li Sûriyeyê rêjîmê bidin guhertin li derveyî şoreşê man û kesên taxrîbê dikin û bi navê Îslamê û El Qaidê texrîbê dikin, rê li ber koçberiya gel vekirine. Bûne xwediyê Sûriyeyê û sîngên xwe ji dunayê re vekirin û gotin yên şoreşger emin.
Ev nêzîkatiyên ku niha li ser rûyê erdê, ji aliyê Artêşa Hur a Sûriyeyê ve têne nîşandan. Nêzîkatiyên rê li ber koçberiyê vedikin û bajar, bajarok û gundê Sûriyeyê xiradikin, ji van nêzîkatiyan dervehî gelê ku li Sûriyeyê jiyan dikin herkes jê sûd wer digire. Di serî de Terkiyê, Qeter û Erebîstana Siûdî jê faydê dibînin.
Asta ku îro şoreşa Sûriyeyê giştiyê, rê li ber aloziyeke mezin vekir û her welatekî herêmê dixwezê hespê xwe li vê qadê bibazîne.
Weke mînak Îran ku bi salan di bin deroniya wê çawa xwe ji êrîşên xilas de jiyan dike, bi rewşeke wiha de Îran qada Sûriyeyê ji xwe re kir safîkirina hesabên xwe bi Amerîka re. Ji ber vê hate zanîn ku di demên dawî de Îranê nêzî 1500 Endamê partiya Baas li Tahranê hatine perwerde kirin û di destpêka miha em tê de şandine Sûriyeyê û bi navê "Artêşa Gel" li hember Artêşa Hur a Sûriyeyê ku piraniya wê Mislumanên Sunî ne dide şerkirin.
Li gor analîz û nêrînên çavdêrên siyasî. piştî ku Îran ev yek kir, asta şer li bajarên weke Heleb, Şam, Humus û Hema yê di navbêra Artêşa Hur û rêjîmê de zêde bûye û gelek cihên ku berê di destê Artêşa Hur de, careke din rêjîmê bi dest xwe ve anîn.
Vê yekê hişt ku Îtîlafa Niştimanî Sûriyeyê di hindurê xwe de tengasî û nakokiyan bijî û di nava xwe de nîqaşên tund bikin. Hin ji wan qebul dikin ku bi rêjimê re hevdîtina bikin û aliyê din hevdîtin red dike. Lê helwesta giştî ya navnetewî û bi taybet Amerîka alîgirê hevdîtnên bi rêjîma Esad re ye.
Helwesta Amerîka ne ji hezkirina aştî û gelê Sûriyeyê ye. Didiliya Amerîka di hebûna komên Îslamî yên redîkal de ye ku îro Sûriyeyê ji xwe re kirine hêlîna hebûnê ye. Nêzîkatiyên Amerîka yên berjewendîperest û bê pîvan nêzîkatiyên welatên herêmê yên weke Tirkiye û Qeter û nêzîkatiyê ne aqilane yên muxelefeta Sûriyeyê hişt ku komên Selefî yên Redîla girêdayî El Qaîde bibin xwedî cih û war li Sûriyeyê û derveyî kuştin, xirakirin û tevliheviyê civakî tu tiştê din nekin.
Berê şoreşa Sûriyeyê li kû ye?
Weke tê zanîn şoreşa Sûriyeyê bi awayekî aştiyane destpêkir. Qêrînê gel bi daxweza demokratîk, aştiya civakî û guhertina rêjîmê dihatin hildan. Lê piştî ku pêvejoya şoreşa li Sûriyeyê kete asteke çekdarî hêzên kaptalîst û hegamonperest bi riya Artêşa Azad a Sûriyeyê komên çekdar dane avakirin û berê xwe dane Sûriyeyê. Ji wê kêliyê û pêde rewşa Sûriyeyê bi temamî hate guhertin û şoreşa Sûriyeyê ji xeta xwe ya sereke ku daxwezên gelan a azadî û demokrasiyê hebûn vegeriyan çawa xwe ji nehleta dijwariya şer û kabusa ambargoyê xilas bikin.