Li gundê Încedere yê navçeya Akyaka ya Qersê Nûsrettîn Aktepe yê 77 salî 60 sal in aşvaniyê dike. Aktepe, diyar kir ku berê aşê wan bi avê dişoxulî û got, lê belê piştî ava çem kêm bûye aşê xwe kirine yê ceryanê. Aktepe, da zanîn ku berê li herêma wan 5 aş hebûne, lê belê niha tenê aşê wî maye. Aktepe dibêje, berê tahm û bêhna nan hebû. Tenûr hebûn û bêhna nan ji gund dihat. Her kes hînî nanê hazir bû.

 

QERS