
TÎMUR FIDAN
Berê wate hebû! Di kesayeta anîmîst a dinyaya despêkê ya dayikê de ji bo mirovan, beriya gotinê, wate hebû. Vegotina ‘Berê gotin hebû’ bi tevahî fermana pêşî ya derketina teolojîk bû. Gotin ferman bû. Ayet an jî ferman. Wehî an jî dîkte. Bibe! hatibû gotin. ‘Min afirand’ hatibû gotin. Ferman hatibû dayîn. Ferman ji cihên bilind, pir bilind derketibû. Bi qasî bi çav neyê dîtin, nikaribe dest bidiyê. Şaşiyeke biêş a hişmendiyê lê di rastiyê de destpêkê gotin tune bû. Ew dereweke mezin bû. Gotin; xasûkî û derewa ewil a desthilatiya mêran bû. Di dinyaya mît û efsaneyî de gotin ewlehiyek bû ku ji bo hevkariyê, şirîkatiyê hatibû dayîn. Paşê, gotin bi dek û dolaban di gepekî, parîyekî de hatibû xwarin. Di dinyaya teolojîk de gotin; ew peyman bû ku xweda bi ebdên xwe re çêkiribû. Ango fermana destpêkê bû. ‘Ez, ez ê ku ez im.’ ‘Ez afirîner im.’ ‘Ez her tişt im.’ ‘Ez! Ez! Ez!’ Her wiha weke lêdana birûskê ‘Ez-Ezîtiya min divê ya min be, beyî min tu car-qet nabe’ û hwd. ew kodên fikirandina çandî bûn, ji jor ve li ser cîhana zêhnî ya mirovahiyê azadiyeke bê serûbin bi dest xistibû. Û azadî ‘Ez’ bû. Her çiqas mîna awayekî hebûnê bê fêmkirin jî rastiya xwe azadiyek bû ku tunekirina li ser ebdkirina xwe ava dikir, esas digirt. Tê gotin ku weke têgîn destpêkê Sumeran mîna ‘AMARGÎ’ hatiye bikaranîn.
Her tişt piştî nivîsê ye!
Rast e jî. Mirov dikare bi hêsanî rastiya vê îspat jî bike. Ji ber ku daxwaziya azadiyê ji pêwîstiyek, hewcedariyek derketiye. Li gor ku sazkar û venêrînerên pêşî yên dewletê Sumer bûn pêwîstiyeke mîna jê re azadî tê gotin xwezayî ye ku hatiye peydakirin (xuyakirin). Dîroka wate û gotinê bi rengekî xwe wiha ye. Lê di fermiyetê de her tişt piştî nivîsê ye. Peyman bi nivîsê hatine fermîkirin. Ji ber ku gotinê wateya xwe winda kiribû, dabûn windakirin. Wisa ye ku dîroka fermî ya mirovahiyê jî bi nivîsê didin destpêkirin. Ji ber ku gotin mîna kefa li ser avê hatine nasandin. Av diçe, diherike lê nivîs naçe dimîne. Gotin tê jibîrkirin –an jî bi rastî gotin tê xwarin- nivîs nayê jibîrkirin. Lê ji vê re jî çareyek tê dîtin. Nivîs tên şewitandin. Hewce nîn e were pirsîn ka kî tên şewitandin, kîjan tên şewitandin. Yên ku pîroz û fermî ne tu car. Ji wan û wêdetir jixwe ew divê qet tune bin. Ya li hemû bûyînan zêde bûye ‘EDUBBA’ bûye. Ger mirov dîrokçeya wêjeyê lêbikole fikirîna fermî-dewletparêz mîna rênîşandêrek dîsa li pêş e.
Zarok bû yê dewleta bav
Têgihîştina dîroka wêjeyê ya ku dispêrin Sumeran (Ji Sumeran tê zanîn ) jî îspateke fermiyetparêziyê ye ku jêdera wê wêje tê nîşandan. Rastiyek e ku têgîn û dibistana wêjeyê ya destpêkê ji aliyê Sumeran ve ji bo mirovahiyê hatiye pêşkêşkirin. Qet nebe ji bo ji têgihîştina dîrokê ya eznavend a rojavaparêz re bibe bersiv ev pêwîst e. Lê fikirîna dewletparêz a fermî, wêjeyê ne bi xweda bi xwedavendê bi nasname kiriye. Di qonaxa mîtolojîk de hê pergala jin û mêr bi hev re dihatin meşandin. Xwedavenda wêjeyê ya pêşî ‘NÎDABA’ di dest de bi mêzînek di kevalan de hatiye sembolîzekirin. Ji ber ku wêje bi edebê bi wate bûbû. Waneyên edeb û exlaqê serê pêşîn di qonaxa pedagojîk de dest pê dikirin. Ya ku ji zarok anîn û mezinkirinê berpirsiyar dayik bû. Her wiha wê dayikê exlaq û edebê bida zarok. Zaroka/ê dayikê bû. Hêj negihîştibû wê astê ku zarok ê bav be û mîratgirê wî be. Kengî ku pergalê xwe serdest kir êdî zarok bû yê dewleta bav.
Ji edeba devkî derbasî edeba nivîskî bûbûn

Dayikê wê dîsa jî mezinkirin, edeb û exlaqa zarok îcar li gor zîhniyeta dewletparêz a fermî bihonanda. Jixwe tolojî jî êdî li asoyê xuya dikir. Mêzîna di dest xwedavendê de her çiqas wekî ku dadê temsîl dike bê şîrovekirin jî di rastiyê de divê li ber çav bê girtin ku ya bûn an jî nebûna edeb û exlaqê dimêzîne, dipîve. Dibistan di rastiyê de ew mekan bûn ku li gor naveroka pergalê mirov perwerde dikirin. Di pergala dibistanê de Edubba yekem an jî destpêk bûn. Ji edeba devkî derbasî edeba nivîskî bûbûn. Bi gotineke din ên di edeba nivîskî de hatibûn diyarkirin, di şekilgirtina mirov de pêşhatî bûn. Ji ber ku fermî bû.
Bi paşeroja mirovahiyê re paralel e
Paşeroja wêjeya devkî bi paşeroja mirovahiyê re paralel bû. Her jiyan, pîvan û cêribandina li ser navê mirov dihatin afirandin ew bîr bû ku ji qonaxa pedagojîk dest pê dikir û ji bo nifşê piştre wekî dab û nerît, kevneşopî dihatin veguhestin. Ev bîr û hiş di heman demê de şemaya gen a çandî ya mirov bû. Sedema ku kevneşopî bi hêsanî nedihatin derbaskirin, guhertin ji ber xurtbûna wan a demarên kok bû. Derbaskirina kevn, afirandina nû mantiqa rexnegir a wêjeyê bû. Lê dema ku ev dihat kirin, li ser navê yên kevn ên pozîtîf an jî bi gotineke din yên hê derbasdar bûn cihê xwe diparastin. Derbasbûneke wisa bi rihetî nikaribû bibûya. Gelek kevneşopî di tevahî nifşan de karibûne xwe berdewan bikin û paşê hêdîka hatibûn derbaskirin. Dergûşa yekem a edeb û exlaqa devkî dinyaya navend dayik bû. Pêvajoya bi terbiye, eleqe, xwedîkirin, lorîn û lîstokan dest pê dikir ji bo demên din ê temen bi awayên cuda derbas dibû û xwe berdewan dikir. Edeb û exlaq, gotin an jî axaftin çawa di jiyana mirov de cihê xwe girtin bîr û dinyaya mirov hêdîka pêk dihat.