Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel doh bi daxuyaniyekê der barê rewşa meydanî de agahî dan. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku yên ji bo dagirkirina Kobanê di roja xwe ya 64'an de dewam dikin. Hêzên me, li hemû deverên ku DAIŞ lê heye di parastina aktîf de ne û bi desteka hêzên Burkan El-Firat ên bi ser Artêşa Azad a Sûriyeyê ve û bi çekên giran ên hêzên Pêşmerge, li navenda bajêr û derveyî bajêr derbên giran li komên çete dixin. Topbarana komên çete li dijî navenda bajêr jî bê navber dewam dike."

Du serekçete hatin kuştin

Di daxuyanî de YPG da zanîn ku hêzên wan li eniya rojhilat pêşve diçin û wisa dewam dike: "Şevê din li Suk El-Hal (Bazara Sebze) û Kolana Şaredariyê li hemberî komên çete çalakiyên bi bandor pêk anîn. Hêzên me noqteyeke ku çeteyan li Kolana Şaredariyê dagir kiribûn hedef girtin û di demeke kurt de ev nuqte xistin bin kontrola xwe. Hêzên me her wiha derbên giran li çeteyan dan. Bi qasî ku hatiye tesbîtkirin li vê deverê 2 jê emîr bi giştî 23 çete hatin kuştin. Navê serçeteyan kuştî Ebû Harîf û Seyful Îslam in.
Navenda Çapemeniyê ya YPG´ê da zanîn ku şervanên YPG´ê li devera behsa wê kirî 6 çekên kalaşnîkof, 60 şarjor û hezar gule, 2 roketên B7, 8 guleyên roketa B7, çekeke BKC, çekeke M16, çekeke Qernas, 2 dermançe, 80 bombeyên destan, dûrbînek û gelek alavên eskerî desteser kirine. Wekî din 3 cenazeyên çeteyan jî ketine destê YPG´ê.
Daxuyanî weha dewam dike: "Li Suk El-Hal (bazara Sebze) jî bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 4 çete hatine kuştin. Hêzên me li gundê Çelebiye ku 30 kîlometreyan dikeve başûr-rojhilatê herêma Kobanê jî li hemberî çeteyan çalakiyek pêk anî. Di vê çalakiyê de 2 wesayîtên çeteyan hatin rûxandin. Li gorî ku hatiye tesbîtkirin 6 çete hatin kuştin, her wiha şervanên me 2 kalaşnikov û dûrbînek desteser kirin."

YPG´ê li eniya başûr jî hêzên pêr bi şev li dijî çeteyan çalakiyek lidar xist. Navenda Çapemeniyê ya YPG´ê da zanîn ku di vê çalakiyê de herî kêm 2 çete hatin kuştin, cenazeyek û 8 bombeyên erdê yên ji bo teqînên mezin hatibûn amadekirin jî ketine destê şervanên YPG´ê. Daxuyanî wisa dewam dike: "Li gundên Menazê û Girê Îzaê yên li rojavayê herêma Kobanê hêzên me doh bi roj û şev (pêr), li hemberî komên çete çalakî kirin. Bi qasî ku hatiye tesbîtkirin, di van çalakiyan de 7 çete hatine kuştin."


YPG´ê li Serêkaniyê jî derb li çeteyan xistin
Navenda Çapemeniya YPG'ê der barê şerê li Serêkaniyê jî got, "Operasyona ku hêzên me li başûr û başûr-rojavayê bajarê Serêkaniyê daye destpêkirin, dewam dike. Hêzên me yên YPG/YPJ'ê doh (pêr) li herêma di navbera gundê Alya û bajarê Til Temirê de li başûrê bajarê Serêkaniyê  li hemberî çeteyan çalakiyek pêk anî. Li vê derê 2 tirimpêlên çeteyan hatin rûxandin û 5 çete hatin kuştin. Piştî çalakiyê di navbera çeteyan û hêzên me de demeke kurt şer derket. Şervanên me yên YPG/YPJ li herêma di navbera bajaroka Mebrûka û gundê El-Dehmaa ya li başûr-rojavayê bajarê Serêkaniyê li hemberî çeteyan çalakiyêk kirin. Di vê çalakiyê de li gorî hatiye tesbîtkirin çeteyek hat kuştin û yek jî birîndar bû." n ANHA/KOBANÊ