Gelo hewce dike ku mirov her carê qala girîngiya zimanê Kurdî bike. Mîna ku mirov ji kesekî re qala girîngiya nanxwarinê bike û li ber bigere, jê re bibêje, tu nanî nexwe tu yê nikaribe sax bimînî, hebûna xwe bidomînî. Lê ez dibînim, hinek kes ji bo xwe ji hebûna xwe, ji zimanê xwe dûr bikin, hezar û yek gotinî di ser hev re diqelibînin û dixwazin bibêjin, ziman ne her tişt e. Îca mîna Selhedînê Eyûbî gotî, Quds hem ne ti tişt e, hem jî her tişt e. Ew girêdayî armanca we û îmana we ye. Jixwe we ji vî afirî xwaribe û li ser sergovê xelkê bin, hûn ê sed carî tif li xwe bikin.
Em mirov manewî ne, hewl didin maneyê bidin hebûna xwe. Em dixwazin bi şexsiyet bin. Ji bo wê jî keftûlefta me ew e, em kesayeta xwe li gorî hebûna xwe bifesilînin û biedilînin. Em dema vê jî dikin, em li gorî şîreta pêşiyan, “her gîya li ser koka xwe hêşîn dibe” pêk bînin. Reh û rîşên me hene. Bi kok û kûr in. Em ji wan qut bibin, em ê bibin pergende û togeyên kuçeyên xelkê, belkî tiştekî bi navê “em”ê û “ez”ê jî nemîne.
Axir, ez ê zêde bi vê danekevim. Lê di vê mijarê de erk û berpirsiyariya me hemûyan heye. Kesên ji dê û bavê xwe hînî Kurdî bûne, divê deynê xwe bidin, hinekî xwe biêşînin û kesên dêûbavê wan ew hîn nekirine, hîn bikin. Ew bi keda xwe hînî Kurdî nebûne. Dê û bavê wan ew hîn kirine, lewma divê ew jî xwe hinekî biêşînin û li xwe zêde bikin. Ango xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin û heta berheman bidin.
Kesên hatine asîmîlekirin gunehê wan nîne. Guneh ê dê û bav wan e. Lê kengî ew jî li xwe hayil bûn û bi ser xwe ve hatin divê li xwe vegerin, nasnameya wan a ji wan bi zorê hatiye stendin, paşde bistînin. Her kes li Ewrûpayê ji bo karekî bi dest bixe di nava çend mehan de zimanekî hîn dibe. Her kes dikare hîn bibe û heta yên dizanin jî xwe bêhtir perwerde bikin û xwe ji bo nifşên nû bikin mamoste.
Li ser rê û rêbazên perwerdeyê û xweperwerdekirinê, divê em bêhtir bifikirin û metodên xwe dewlemend bikin. Xebatên zanistî û akademîk bikin. Ev mijareke din e, ez niha pê danakevim. Lê divê em ji bîr nekin ku ji bo me Kurdan ziman stûna sereke ya nasnameyê ye. Bi tevahî çanda me jî nasnameya me ye. Û em bi wê hene. Dijmin û dagirker ji ber vê jî êriş dikin û dixwazin me qir bikin, koka me biqelînin. Ji ber ku dewletên dagirker û înkarker dewletên qewmperest in. Qewmekî li ser tevahiya qewmên din ferz dikin ango hebûna qewmekî li ser tinebûna tevahiya qewm, çand û diyanetên din ferz dikin û hewl didin wan tine bikin. Dîroka dewletên li Kurdistanê dagirker û mêhtinger ji vê bêhtir tiştekî din nîne. Ji bo bigihê vê armanca xwe jî her kêlî û bi her awayî êriş dike. Ji ber vê yekê jî divê em jî her kêlî û bi her awayî li ber xwe bidin da ku em bimînin. Di vê berxwedana manûnemanê de heta bibêjî, pêdivî bi zanîn û baweriyê heye. Naxwe xelasî ne mumkin e. Her kes çi ji destan bê divê texsîr neke.
Dewleta Tirk di nava dewletên dagirker ên Kurdistanê de ya herî dijwar e, û mîna me gotî kêliyekê jî nasekine û xwe di tinekirina Kurdan û hebûnên din de betal nake. Dewleta Tirk van rojan qala darbeyeke li dijî xwe dike. Li Tirkiyê maneya vê ev e, dewlet li dijî Kurdan, bindestan, demokratan û şoreşgeran amadekariyên pîlanekî pelixandinê dike û vê jî dixwaze bi mîzanseneke darbeyê bike. 15ʼê Tîrmehê mîzanseneke bi vî rengî ya darbeyê kir û jixwe niha dewlet keseran dikişîne û dibêje, wê demê kêm hiştiye. Her roj êrişî HDP’ê dike û heta hinek bi ber bayê wê dikevin. Divê her kes hay ji xwe hebe. Ev berxwedaneke manûnemanê ye. Eger bereyên rêxistinkirî yê gelan têk biçin û bişkên, tiştekî din pere nake. Tevî êrişên berbiçav êrişên nehênî yên derûnî yên şerê taybet hene. Erka her kesî ye, li ber bisekine.