
Li paytexta Elmanyayê Berlînê li hemberî cihê ku siyasetvanê Kurd û ji nûnerên sereke yên PDK-δyê Dr. Sadiq Şerefkendî hatî qetilkirin, lewhayek hatibû danîn û bi vê lewheyê reşkujiya li dijî siyasetvanîn Kurd dihat bibîranîn. Ev lewhe pêr bi rengekî nayê zanîn kê wisa kiriye, hat jê kirin yan jî dizîn. Lewhe li hemberê restorana Mykonos a ku Şerefkendî lê hatibû qetilkirin. Ev jêkirin yan jî dizîna vê lewheyê bêrêziyeke li dijî mirovên rehmet kirî û bibîranîna wan ku ancex layiqî dewletan be. Dewletên mîna Îranê ku karîn di hevdîtinên ji bo lihevhatineke siyasî de roja 17´î Îlona 1992´yan bi xayînî van siyasetvanên Kurd qetil bikin.
BERLÎN