
FERAT KEVIR
Di du nivîsên xwe yên beriya niha de min hewla vegotina Berfê ya di filma Yilmaz Guney ya Rê û fîlma Vodka Lîmon a Huner Salim de kir. Min xwest vebêjim ka bikaranîna berfê ya wek karekter çi li van filman bar kiriye. Bêgûman her du filmên Sînemaya Kurdan yên hêja bûn! Ezê di vê nivîsêde jî hewl bidim li ser mijara Berfê gotinên xwe dewam bikim. Berf di nivîsa pêşî de reş bû! Amûra kuştinê bû. Di nivîsa duyem de jî berovajî ya peşî amûra evînê û romantîzme bû! Di vê nivîsêde jî ezê hewl bidim berfa filma Behmen Qubadî ya Dema Hespên Serxweş vebêjim.
Film di bazareke bajarekî Kurdistanê de destpê dike! Dengê derve pirsan ji Amîne ya biçûk dike! Ka kî ye, ji ku derê ye! Herçiqas pirs li ser Amîneyê hebin jî bersiv diçe ser Mehdî ku em jê re dibêjin, Madî! Madî nexweş e û divê bête derman kirin! Dermane wî li nexweşxaneya Başûr peyda dibe, lê bes gundê Madî li Rojhilat e û pereyên malbatê nînin! Di serê film de em fêm dikin ku dêya wan çûye ber dilovaniya Xwedê! Bavê wan jî qeçaxçî ye û di destpêka filmê de li sînorên ku li ser Kurdan hatine ferzkirin, ji aliyê dagirkeran vê tê kuştin û ew malbata ku endamên wê hemû biçûk in, bêhtir tenê û bêçare dimînin!

Roboskiya berfê û çarenûsa sînoran ferzkirî
Mijar dîsa diçe, û li ser zarokan disekine! Wisa tê fêmkirin ku zarokên ku bavê xwe di wan sînorên çêkirî de bi mayînekê yan jî di kemînekê de wenda kirine, ketine dûv debara malê! Bazar tijî zarok e û li ser pişta her zarokekî barê jiyana wan! Di wî emrê biçûk de ew barê pişta wan, wan kamil dike! Axaftin û rûniştina wan mîna ku bûne semyanê malê! Em li filmê vegerin û li diyaloga Eyûb û hevalê wî yê dema qeçaxçiîtiyê guhdarî bikin! Hespê te nîne? Na! Bavê min û hespê xwe bi teqîna mayînê mirin! Erdê te? Belê, heye, lê bes ew jî tijî mayîn e! Ev diyalog ewqas rasteqîn e ku me qewmîna wê ya dubare li Roboskî dîsadît mixabin!

Di navbera perde û temaşevên de şîlobûna fiksoyonê
Film ji aliye resteqîniyê ve hiş û wicdanê me dilerizîne! Dever, çîrok, karekter ewqasî rasteqîn in ku temaşevan dema niha û ya filmê tevlîhev dike! Dever dise Çîyayên Kurdistane ye. Ew çiyayên asê û bi berf! Herçiqas şayesandina gund zêde nehatibe kirin jî dîmenên ku hatine çêkirin, filmê dixemilînin! Her weke ku dema Eyûb daran dibirre, bi her qutkirina girteyê, em dîmenên berfê dibînin! Mekan jî mîna çîroka filmê bi awayekî rasteqîn hatiye bikaranîn! Ya trajîk jî serpêhatiya Madiyê nexweş e! Film di ser serpêhatiya Madî re dimeşe, jixwe, ew têra xwe giran e, lê bes derhêner li wir, bi wê tenê nemaye! Amîne, Rojîn, Eyûb; her yek ji wan serpêhatiyeke girantir e! Ew li xwe nafikirin, mebesta wan ew e ku Madî baş bibe û ew endamekî din ê malbata xwe ji dest nedin! Bijartina karekter û lîstkvaniya wan, mîna ku em parçeyekî ji jiyanê qut bikin, rasteqîn in! Îcar di nav ewqas rasteqîniya filmê de, berfê çawa cihê xwe girtiye, bi çi şêweyî hatiye bikaranîn?

Berf sar e, berf dihele geh berf e û geh bej e
Berfa Dema Hespên Serxweş, mîna çîrok û karekterên filmê, wek rastiyekê hatiye pêşkeşkirin! Berf di jiyanê de çawa cihê xwe digire, di filmê de jî bi heman şêweyî cihê xwe digire! Jixwe, devera filmê, carinan bi berfê spî dibe carinan jî axa reş ya di bin Berfa heliyayî de xwe di de der! Têkiliya karekter û berfê jî bi heman şêweyî dewam dike! Berf ne ji bûyerekê re dibe asteng ne jî rê li ber bûyerekê vedike! Wek çiyayekî, çemekî, darekê, di jiyana wan şêniyan de cihe xwe digire! Sermaya berfê em di du sê cihan de dibînin! Dema zarok ji bazarê tên malê û eskerên Îranî wan di sînor de ji erebeyê peya dikin û zarokan dikin rêz! Di wê rêzê de zarokek bi milê xwe guhê xwe zemt dike da ku serma nediyê! Wê deme mirov hema dixwaze destên xwe germ bike û guhên wî zarokî pê re germ bike! Berf di vir de tenê bûye amûra sermayê û rastiya xwe derxistiye holê! Em dîmenê pey wê re bişopînin; Madî, Eyûb û Amîne di rêya malê de ji zarokan qut dibin da ku dermanê Madî bidinê! Rûdinin û dermanê Madî derdixin! Madî dermanê xwe dixe devê xwe û Eyûb kulmek Berf dike devê Madî! Di vir de jî em dibine şahide rastiya berfa ku dihelê û dibe av! Jixwe, veguhertina mekanî ya ku carinan bi berfê nixumandiye û carinan jî axa reş e jî vê rastiyê bi me dide xuyakirin! Li vî warî demsal hene û li gorî wan demsalan xweza xwe diguherîne! Ev dever, carinan spî ne, carinan jî reş in! Lê mekanê wan herdu filmên din ku min berê qala wan kiribû, hesta bêdawîbûna berfê bi mirov re peyde dikir! Lê bes devera bi berf ya filma Dema Hespên Serxweş wê rastiya xwezayê jî bi çîrokê vê girêdayî ji me re vedibêje!

Di navbera berf û sînor de
Bandora berfê di dawiya filmê de xwe di hêstirên Madî de eşkere dike! Eyûb û Madî bi karwana qeçaxçiyan re bi hespê xwe, xwe li sînor didin. Lê bes di rê de dikevin kemînê û karwan ji hev belav dibe! Ev şansê dawi ye ku Eyûb birê xwe ji nexweşiyê rizgar bike. Dem tê, Dema Hespên Sexweş! Herkes dikeve pey rizgarkirina xwe! Madî di bin dareke berûyê de di sewihe û serma berfê hinarikên rûyê wî sor dike û hêstiran ji çavên wî diîne xwarê! Rayê dilê me dilerizin! Hesta biratiyê ji xwazeyê bi hêztir dibe! Eyûb raqdihêje Madî û bi hespê xwe sînorên ku dagirkeran li erdnigariya Kurdistanê danîne ji holê radike û birayê xwe digihîne devera rizgariya wî!