FERAT KEVIR


 Dever berf e, lê me germ e!


Di nivîsa xwe ya berê de min gotibû, “Berf di hemû zimanan de wateya xwe diyar e! Sar e. Berf serma ye. Lê bes Hunerê sînemayê dikare vê hesta me jî di nava xwe de biguherîne û di dema xwe de Berfê bike tiştekî din, bike agir yan jî bike tofan bike çolistan, dibe ku bike goristan û dikare bike kêf û xweşî, bike şahî û şadî! Sînema dikare hestên me beralî bike ev ji bo wê hêsan e, dikare berfê bike dijmin û dikare bike dost!” Di nivîsa berê de Berf Kûjer ê  Zînê bû, dijmin bû, amûra kuştina jinekê bû! Ka em binihêrîn bê di vê nîvîse de wê berf bibe çi?

Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim ku Derhênere Kurd Huner Salim di fîlma xwe ya Vodka Lemon de Berf çawa bi kar anîye.


Lihevkirina berfê û spiyê

Di nivîsa beriya vê de spî û berf li dijî hevdû bûn, wateyên ku civakê li spiyê bar kirine di Berfê de xwe nedidan der. Berf reş bû! Wateya xwe şêweya xwe giyana xwe ji dest da bû, ketibû bin destê Reşê! Di vê nivîsê de wê spî û berf li hev bikin û wê jiyaneke evînî ava bikin! Berf wê evîndaran çêke û wê spî wan himbêz bikê û bi ser bixe.

Dever heta çavên mirov ji hev derdixe, spî ye, pak e. Di bînahiyê de ji bilî spî tiştekî din nîne! Dever bi berfê hatiye asêkirin. Egîde Cimo li ser yataxekî di nav lihefa xwe de li dûv erebeyekê diînin ser goristanê! Fîlm bi strana Lawikê Metînî dest pê dike. Egîde Cimo û Feyzoyê Rizo li ser goristanê di nav berfê de stranê ji zindî û mirîyan re dibêjin. Dengê bilûrê mirîyan radike û zîndiyan digirîne! Zindî li ser şerefa mirîyan noş dikin. Dever Berf e, lê me germ e!



Li her deverî berf heye tu nehatî

Hamo hatiye ser tirba jina xwe. Ev demeke kurt e ku jina wî miriye. Pê re diaxive. Qala zarokên xwe dike. Her tişt di rê de ye tenê ew kemê û Hamo bêriya wê dike. Li gora kêlekê Nîna jî hatiye ser tirba mêrê xwe lê bes ew ne di nav heman hestan de ye, piştî çûyîna mêrê wê jiyana wê û keça wê di nav xizanî yê de ye. Herkes bêriya miriyên xwe dike! Goristan dibe devera despêka jiyaneke nû! Dever Berf e, lê me germ e!

Hamo û Nîna li otobusê siwar dibin, otobus vala ye, em fêm dikin ku wê evînek biqewime. Dengê strana Lawikê Metînî diçe, îcar dengê straneke Fransî tê:


Li Her deverî berf heye

Tu nehatî îşev

Li her deverî berf

Dilê min xemgîn e!


Tevna spî a sê evînan

Film, ya esas, li ser sê evînan hatiye avakirin. Hamo-Nîna, Kamo yê li Fransayê û Avîn a neviya Hamo. Dever alikariye dide pêkhatina evîne. Berf  dibe atmosfera romantizmê. Stran li hewayê belav dibin. Vodka û Lemon hestan nerm dikin. Berf çiqasî dijwar jî be, xwîna me di nav wê dijwariyê de bi hêsanî diherike. Berf germ dibe û dibe agirê evîne bi xwe re jî atmosferê rehet dike.

Gelek arîşe hene ku karekter bi wan mijûl bibin. Hamo bê kar e û çavên wî li kurê wî yê li Fransayê ye ku jê re pereyan bi rê ke! Lê bes kurê wî pereyan jê dixwaze! Nîna kar dike, lê têrî wê û keça wê nake! Keça Nîna piyanîst e, lê ew jî karê xwe nake! Kurê Hamo, Dilovan bêkar e! Êdî rehetiya aborî ya berê nemaye. Rejîma Sovyetê  ruxiyaye! Hema hema gel birçî ye. Kar û xebat nîne. Paşeroj ne diyar e. Divê dermanê kêliya niha were dîtin. Di nav ewqas arîşeyên giran de hestên parvekirin û evînê nayên jibîrkirin. Ez dibêjim, ev hest jî hesta Kurdan a herî kevnar e, û bandora sosyalîzmê ye!


Zimanê berfê û evînê bi Kurdî tê bilêvkirin

Piştî ku Hamo û Nîna dest didin hev, dengê strana Berfê ya Fransî qut dibe. Kaset xira dibe û di paçeyê rê tê avêtin. Êdî strana Aylê Gulê ji lêvên Hamo û Nîna belavî ser kuliyên berfê dibe! Zimanê berfê û evînê dibe yek û bi Kurdî tê bilêvkirin! 

Hamo û Nîna li devê dêrî runiştî ne, qala jiyana xwe dikin! Tê bibêjî qey rojeke buharê ye, lê bes seqema berfa spî ye! Ne berf wê hestê dide, ne jî wan sar e. Piştre, derbasî hundir dibin û dans dikin! Derhêner, romantizma Kurd ji du aliyan vê bi kar aniye.Yek, di koxê de di nav pez de ya din jî bi dansê di eywana Hamo de! Nîna ji vê rewşê kêfxweş e, lê bes divê here, deriyê eywanê vedike, bayê evînê li rûyê me dide. Kamera bi ser ba de diçe û dilê Hamo ber bi berfê ve dibe! Şev, şeva romantîzmê û ya Hamo ye! Dever berf e, lê me germ e!

Dever hemû bi berfê hatiye dorpêçkirin. Atmosfera deverê nêpenî ye û ev nêpenîbûn aramiyekê dide me! Em pirr dûr naçin, nikarin herin, berf me sînordar dike! Jixwe, hewce jî nake, ji ber ku em ji wî warî hez dikin!  Em di nav sînorê xwe de jî mêzîna jiyana xwe bernadin. Berf û nepênîbûna berfê ya ku bînahîya me sînordar dike, me natirsîne, jê zêdetir spîbûna berfê aştîyeke mayînde di navbera me û xwezayê de çêdike! Berf dibe amûreke laşê mirov û di nava jîyanê de ji ber xwe ve diherike! Berf dibe seheka lebatên me ya şeşan! Berf zerafeta xwe di fîlmê de bi evînê bi me dide hîskirin. Ma jixwe evîn jî ne zerafet e?