Welatiyên ku sewalkariyê dikin û tedbîrên zivistanî negirtin, niha zahmetiyên mezin dijin.Welatiyên ku li gundan sewalkariyê dikin û tedbîrên êmê zivistanî yên sewalên xwe negirtin, niha ji ber berfa zêde û girtina rêyan zahmetiyên mezin dijîn. Li bajarên Agirî, Mûş, Qers û Erziromê ên herêma Serhedê ji ber berfa zêde rêyên bi hezaran gundan ji çûn û hatinê re hatin girtin. Ji ber rê hatin girtin welatî li gundê xwe asê man. Ji ber ku welatî li gundê xwe asê man têkiliya wan a bajar û navçeyan hatin qutkirin û nikarin gelek pêdiviyên xwe çareser bikin. Bi taybetî welatiyên ku sewalan xwedî dikin û tedbîrên êmê zivistanê negirtin, êdî nikarin biçin kayê jî bistînin û pez û dewarên wan birçî man. Welatiyên ku ji Amed, Êlih û Rihayê ka dikirîn û li Mûş û Agiriyê difirotin êdî ji ber girtina rêyan nikarin kayê ji sewalkaran re bibin.
Kafiroş nikarin biçin bajaren serhedê kayê bifiroşin û sewalkar jî nikarin kayê bikirin û sewalên wan biçî man.
Ji ber berfa zêde rê hate girtin û sewal birçî man. Ji ber ku îsal zivistan dirêj bû û ka zû qelas bû buhayê kayê jî zêde bû. Rençber û sewalkarê ku êmê pes û dewarên wan xelas bûn xwestin rayedar rêyên gundên wan vekin û alikarî xwestin. Li navçeya Gimgimê Rençberê bi navê Hasan Aslan, diyar kir ku îsal zivistan zû hat û ber gelek bariya û ji ber vê yekê ka û êmê sewalên wan zû xelas bû. Aslan, da zanîn ku ji ber rê li wan hatine girtin nikarin kayê ji xwe re bikirin û mexdûr bûne. Aslan, anî ziman ku ji ber îsal ka pir kêm be buhayê wê jî zêde bû û tona kayê ji 600 TL'yî derket 800 TL'yî. Aslan, destnîşan kir ku îsal hem sar û serma zêde ye û hem jî zivistan dirêj bû û wiha axivî: "Li aliyekî serma zêde ye û aliyê din ji ber tunebûna kayê her ku diçe buhayê kayê zêde dibe. Ji ber pereyên me tune em berxwên xwe difiroşin û kayê dikirin. Em bi pereyên berxên xwe kayê dikirin. Em ji rayedaran dixwazin ku rêya gundên me vekin."
NECDET YENTURK-DÎHA/MÛŞ