Filma Berfîn a koma Sîne Çiya wê di roja dawî ya festîvala filman a Hambûrgê de bê nîşandan.
Koma Sîne Çiya rexmî şert û mercên zehmet di nava hewldanê de ye ku keda Halîl Dag bidomîne. Kom dixwaze bi taybetî zimanê sînemaya çiya bi pêş bixe, herî dawî bi çêkirina filma ‘Berfîn’, vê mîrateyê dewam dike. Film wê cara pêşî di festîvala filmên Kurd a Hamburgê de di navbera 30´ê Cotmehê û 6´ê Mijdarê de bê nîşandan.
Filmê îlhama xwe ji bûyerên bi rastî girtiye; bûyereke ku bi dê, bav û zarok beşdarbûna nava refên PKK´ê îlham daye filmê. Koma Sîne Çiya dibêje, “Her gerîlayek xwedî serpêhatiyekê ye. Pir nirxê me hene ku veşartî mane. Pêwîste ku wan nirx û danehevane veguherin berheman. Filma ‘Berfîn’ jî tenê beşek, serpêhatiyek e.”
Dîmenên filmê di bin êrişên hewayî de hatine girtin. Pirraniya aktor û aktrîstan gerîla ne û hemû jî amator in.
Ozlem Arzeba derhêneriya filmê kiriye û film wê cara pêşî li Festîvala Filmên Kurd a Hamburgê a 10´an di 6´ê Mijdarê de bê nîşandan. Filma Berfîn wê saet 19:30’î li Studio Kinoyê (Bernstorffstr. 93-95 22767 Hamburg) bê nîşandan.
37 film tên nîşandan
Di mihrîcanê dê wê bi giştî 37 filmên dirêj, belgefilm û kurtefilm bên nîşandan. Ji her çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê film di mihrîcanê de cih bigirin. Film ji bilî Studio Kinoyê wê li Zeise Kino û 3001 Kino jî bên nîşandan.
Di mihrîcanê de li gel filman dê bi beşdarbûna lîstikvan û derhênerên girîng ên Kurd 4 panel jî bên lidarxistin. Panel û bernameyên zarokan wê bê pere bin.
Bernameya mihrîcanê li ser înternetê, li ser malpera “www.hkff.de” dikare bê peydekirin.
HAMBURG