Berfîn kulîlkekê biharê ye. Bi belekiya berfê re bejna xwe ya tîtal û xîlya xwe ya spî û ser şînîyê wek hêviya jiyaneke nû li her derê xaka me li ba dike. Çawa ku bixwaze mizgîniya nûvejîna jiyan û heyameke nû bide, ji mirovahiyê re bibêje; „hêvî pel vedaye.“ Bi vê hêviyê re raperîna jinan jî geş dibe. Çi tiştekî xweş e ku roja bîranîna jinên kedkar jî rastê vê demê tê. Berfîn û nûvejîn, jin û jiyan tim di nava yekitiyeke diyalektîk de ye. Jinên Kurd jî di nava razên vê rastiyê de rabûne raperîna jiyanê.
Ev diyardeya Berfîn û jinê wek razên gerdûnê di kûrahiyeke veşarî de olan dide. Ji wê mirov dikane wiha bipirse „Gelo mirov di wê heredariyê de ye ku bikane di rojekê de rastiya nîvê mirovahiyê, yan jî vê diyardeya vejîn û jiyanê têbigihîje?“ Bi taybetî jî rastiya jinê, xwerû jina Kurd têgihîştin ne hêsan e. Aktorista îtalyanî Anna Magnanî ya çûye ser dilovaniya xwe, ev diyardeya wiha destnîşankiribû: „Xewnerojka mêran ne di wê astê de ye ku bikane rastiya jinê têbigihîje!“ Ev rastî li welatekî wek welatê me di nava şer, şîn û şîwanê de, bê mafê azadî bi birînan ve dinale, hê dijwartir e.
Rastiya jina Kurd rastiyeke bi êş û jan e. Keça Kurd hê di zarokatiya xwe de girtin, yan jî kuştina xwişk, bira û bavê xwe di giyana xwe ya gede û bêguneh de radibîhîse. Dema dibe dayîk jî, êşa cîgerê wek agirekê xwe li giyana wê dialîne, li zînadan û derê zîndanê ye, sînga wê sîpera gulleyên dijmin e. Li gel wê çewisandina mêr û civakê jî hê xwe dide ser. Rastiyeke wiha têgîhîştin bi rastî jî ne hêsan e.
Jin xwedanê giyaneke hestyar û nêzîkê rastiyê ye. Ji we polîtîkaya bê jinê, ji naveroka evîn û hezkirina mirovan, ji azadî û demokrasiyê bêpar dimîne. Dibe ji wê be polîtîkwana alman Käthe Storobel (SPD) ev rastî dîtibû û wiha gotibû: „Polîtîka diyardeyeke gelek cidî ye, jiwê mirov nikane wê tenê di destê mêran de bihêle!“ Tevgera Azadî ta di destpêkê de rastiyeke wiha destnîşankiribû û ev daxistibû qada jiyanê. Lema jî îroj pêşengiya polîtîka Kurd di destê jinê de ye.
Jina Kurd bi boneya heştê adarê wek berfînên bihara welatê me, bi awayekî serfirazî û bi hêz pêngava Newroz û biharê dan destpêkirin. Bi deh hezaran kolanên bajarên me xemilandin û sîleya yekemîn li êriş û xwînxwariya faşîzma kesk û bangaşiya wan a şerê psikolojîk dan. Rêya polîtîka biharê bi hestên xwe yên şeşemîn dan destpêkirin.
Jinên Kurd bi vê çalakiya xwe nedadiya vê serkariya faşîzma kesk a ku hê di serxoşiya hin serkeftinên vala de ye, bi pozbilindî di dîmeneke asûmanî de diperin, li ber çavan raxist. Çawa ku ev kulîlkên Kurd gotina Platon ya: „Nedadiya herî xirab, bêdadiya xwe wek dadwerî nîşandayîn e!“ Bi çalakî û bi durişmeyên xwe yên bi wate wek sîleyeke bibîrxistinê li rûçêkê wan ên zîşt xistibe.
Ev serkariya bi giyana neoosmanî û neofeodal dixebite ku cihana jinê di nava tariya cihana xwe de bifetisînin. Hemû statîstîkên heyî destnîşan dikin ku cilkî ev serkariya mêrkokîya faşîst hatiye ser kar, di her warî de rewşa jinê xirab bûye. Kuştin, çewisandin û bendekirina jinê gihîştiye merheleyeke xirab. Bi vê rewşa jinê re azadî jî bi giştî ketiye xeterê. Lewre azadiya jinê azadiya civakê û koletiya jinê jî koletiya civakê ye. Bi gotineke kurt û kurmancî azadiya mêr jî bi azadiya jinê ve girêdayî ye.
Raperîna jinê ya di pêvajoyekê wiha de, yan jî roja jinên ketkarên cihanê di vê pinda nîvejînê de rengekî din wergirtiye. Çawa ku bi giştî Tevgera azadî di tevahiya Rojhilata Navîn de ala azadî û demokrasiyê wergirtiye. Xwerû di vê rewşê de jina Kurd li aliyekê nûneriya rastiya jinên cihanê dike, li aliyê din jî rastiya vê xiniziya serkariya bi gîyana feodalî jî bi çalakî û tevgera xwe ve deşîvre dike û rêya rast nîşanê tevahiya jinan dide. Ev jî bûye kul û tirseke mezin, ketiye giyana vê serkariya faşîzma kesk, lema jî zebaniyên vê serkariyê di her çalakiyê de êrişê jinê dike.
Di ronahiya rastiyên demê û welatê me de ez vê rojê di kesyaetiya kulîlkên berfînê yên Kurdistanî de roja jinên kedkar li hemû jinên cihanê pîroz dikim. Ji ber ku jinên Kurd bi durişmeyeke taresperend li ser xetekê rast rê nîşanên me didin. Ez vê gotarê bi gotina Khalil Gibran (Xelil Cibran) diqedînim: „Goriyek melûliya mirovbûnê bûyîn, ji, di nava refên serdestên zalim ên ku dixwezin kulîlka jiyanê di bin lingan de bipelixînin de cih girtinê, çêtir e!“