LUQMAN GUDIVÊ / NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser bergê ya ku em dibînin pelekî li ser Design Poverty dinivîse ku li ser zemînekî weke pelê gewr hatiye danîn. Serketina vê dîzaynê di wê lihevkirinê de ye ku navê pirtûkê dibêje û dîmenê dîzayn li ber çavên mirov çê dike.

Saziya Design Observer ango Çavdêriya Dîzaynê her sal di encama pêşbirkekê 50 dîzaynên bergên pirtûka û 50 dîzaynên pirtûkan ên giştî yên herî serketî diweşîne. Di nav bergên serketî de ji seranserê dinyayê mirov mînakan dibîne û bi gelek zimanên cihê jî pirtûkan. Lê herçî dîzayna pirtûka bi xwe ye, ya derdikeve pêş zimanê Ingilîzî ye û diyar e ku bi vê jî êdî mirov nikare zêde behsa seranserê cîhanê bike. Weke mînak ji Weşanên Can ku bi Tirkî weşanê dike, du dîzaynên bergan di rêza yekem û duyem cihê xwe girt, lê di beşa dîzayna pirtûkê bi giştî de ne Weşanên Can û ne jî ti weşanger yan jî dîzaynkerê wan ji Tirkiyeyê nebûn.    

Di nava sê dîzaynên berga pirtûkê yên herî serketî de ji bo sala 2017´an ku Design Observer encamên wê nû eşkere kirin, du dîzaynên Utku Lomlu jî hene, her du jî ji bo weşanên Can hatine çêkirin. Ya yekemîn ji bo pirtûka Paul Auster a bi navê 4321´ê hatiye çêkirin û ya din jî ji bo wergera Tirkî ya pirtûka Eimear McBride a bi navê Kiz Natamam Bir Şeydir (A Girl is a Half-formed Thing) e. Bi lîstika gihandina xêzan çêkirina wan hejmarên navê pirtûkê, di dîzayna Utlu Lomlu de aliyên serketî ne ji bo pirtûka bûyî yekemîn. Ji bo dîzayna wî ya bûyî sêyemîn jî, Utku Lomlu PhotoShop bi awayekî serketî bi kar aniye û bi navê berhemê re gelekî li hev kirî dîzaynek çêkiriye ku tê de resmê keçekê xuya dibe ku serê wê weke kaxezeke bi meqes birî bi ser hev de bê yan jî ji hev veçire, hatiye danîn. Di rêza duyem de jî fîrmaya dîzaynê ya bi navê Gild.Studio heye ku ji bo pirtûka bi navê Koleksiyona Hevokan (em ê nikaribin Çîniya berhemê li bir binivîsîn) a ji weşanên Xinxing derçûye. Li vir tîpên bi çînê û kuneke reş a ku junên reş ên di galaksiyan de bi bîr dixe heye.

Mînakên balkêş hene

Ji bilî van her sêyan di nava dîzaynên serketî de mînakên balkêş hene.  Pirtûka Lewis Caroll a bi navê Serpêhatiyên Aliceê li Welatê Mûcîzeyan (Alice´s Adventures in Wonderland) bi dîzayna fîrmeya TODA û xêzên ji destê Lise Bye Kjeldsen derçûye. Li ser bergeke reş ya ku em dibînin, bi tîpên sipî bi qasî çîroka Aliceê tevlîhev nivîsandina navê pirtûkê ye.   

Yeke din pirtûka Benjamin Moser a bi navê Clarice e. Pirtûka ji weşanên Companhia das Letras bi dîzayna şirketa Máquina Estúdio derçûye. Portreyeke Clarice bi rengpêdaneke taybet, vê bergê ji nav bergn îsal gelekî cihê dike û ya rastî estetîkeke serketî jî dike para dîzaynê.

   

Ahenga nav û dîmen

Pirtûka bi navê Design Poverty (Feqîriya Dîzaynê) ya ku xwendekarên BA (Hons) Graphic Designê nivîsandiye ji weşanên Typenowhere derçûye. Li ser bergê ya ku em dibînin pelekî li ser Design Poverty dinivîse ku li ser zemînekî weke pelê gewr hatiye danîn. Serketina vê dîzaynê di wê lihevkirinê de ye ku navê pirtûkê dibêje û dîmenê dîzayn li ber çavên mirov çê dike.

Bergeke din a hêja ye em behsa wê bikin, bi navê Luftwerk Solarise: A Sea of All Colors (Luftwerk Solarise: Deryayeke hemû rengan) e. Ev deryaya hemû rengan, bi bergeke bi zemîneke keskê sehîdan a ku ji jêr ber bi quncika jor a rastê ve zelal dibe û dîsa nêzî wê quncikê bicihkirina glovereke têra xwe mezin a pumbe û siyeke ber bi heman quncikê ve ya tarî reş. Navê pirtûkê spî, sade û piçûk li ser bergê ku mirov lê bigere diyar e. Nivîskar jî Luftwerk û Lee Ann Norman in û ji xwe ji weşanên Luftwerk derçûye. Fîrmeya dîzaynê jî Normal Studyo ye.

Serê xwe têra xwe êşandine

Berga dawiyê ya ez behsa wê bikim jî bi navê Writing Not Writing: Poetry, Crisis, and Responsibility (Nivîsîn, Nenivîsîn: Helbest, Krîz û Berpirsiyarî) ji weşanên Zanîngeha of Iowa Press derçûye. Dîzaynçêker Anne Jordan û Mitch Goldstein diyar e ji bo navê pirtûka nivîskar Tom Fisher bi bikaranîna dewsên nivîsê li şûna rengan serê xwe têra xwe êşandine. Ji xwe bi cihkirina navê sereke û yê duyem de jî serketî bûne ku wê hizra di navbera nivîsîn û nenivîsînê de bidin der.

Serweriyeke Ingilîzî weke rexneyekê

Di nava dîzayna giştî ya pirtûkê de di nav 50 pirtûkên bijartî de pirtûka yekem ne bi Ingilîzî be jî, bi giştî 6 pirtûk ne bi Ingilîzî ne û ên mayî weke ziman, yekalî xuya dikin. Gava ku em bi tercîhên bergên serketî re jî li ber hev digirin, beramberî 13 bergan 6 pirtûk kêm xuya dikin. Hasil di rêza yekem de pirtûka bi navê 3NÓS3 – Intervenções urbanas a nivîskar Mario Ramiro a ji weşanên Ubu Editora û bi dîzayna Elaine Ramos cihê xwe digire. Di rêza duyem de A New Reality: Human Values and World Population (Rastiyeke nû: Nirxên mirovan û serjimara dinyayê) ya Jonas Salk û Jonathan Salk heye ku wan bi xwe weşandiye û dîzayna pirtûkê jî Courtney Garvin kiriye. Ev pirtûk bi berga xwe jî di nava pirtûkên serketî de bû. Pirtûka bi navê Alison Rossiter: Expired Paper (Alison Rossiter: Kaxezên dem li wan bihurî) ya nivîskar  Leah Ollman bi dîzayna David Chickey di rêza sêyem de cihê xwe girt.