Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku doh danê sibê li hemberî girê ewlekariya bendava Ilisû ya li navçeya Mêrdînê Kerboranê, çalakî hatiye lidarxistin û di encamê de 2 esker hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên gerîla ev agahî hatin dayîn: “Sibeha 5’ê Tîrmehê saet 07:00´an, hêzên me yên gerîla li hemberî girê ewlekariyê yê bendava Ilisûyê, ku li navçeya Mêrdînê Kerboranê ye, çalakiyek li dar xist. Di encama derbên xurt de 2 leşker hatin kuştin. Hejmara kuştî û birîndarên dijmin ên li vî girî ku roket lê ketin, zêdetir e. Ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên Licê ji aliyê tîma tolhildanê ya Şehîd Rêzan ve hatiye lidarxistin.”

HPG´ê wekî din da zanîn ku 4’ê Tîrmehê piştî nîvrojê, gerîlayan bi çekên giran li eskerên li Çeperê Şêxa yê li navçeya Colemêrgê Çelê bi cih bûyî, xist. HPG´ê got, wê hejmara eskerên kuştî û birîndar zelal nekiriye, lê belê piştî çalakiyê eskeran bi hawan, obus û çeka A-4 êrîşî derdorê kiriye.


TŞYG´ê 5 çeteyên JOH´ê kuştin

Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) bi daxuyaniyekê ragihand, ku di çalakiya hêzên wan a 4’ê Tîrmehê ya li ser rêya Dersîm-Elezîzê de 5 çeteyên tîmên taybet (JOH) hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiya li Osmaniyeyê jî agahî hatin dayîn.

Daxuyaniya Fermandariya Hevpar bi vî rengî ye:

“Milîtanên me roja 30’ê Hezîranê li hemberî stasyoneke Baz a li gundê Saray ê ser bi navçeya Osmaniye Hasanbeyliyê, çalakiyeke sabotajê pêk anî. Di encamê de stasyona bazê îmha bû.

Roja 4’ê Tîrmehê, li ser rêya Dersîm-Elezîzê li hemberî tîmên tevgera taybet ên jendermeyan çalakiya sabotajê hat kirin. Di vê çalakiyê de 5 endamên JOH hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.”


YPS: Li Qoserê 4 polîs birîndar bûn

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê jî di biwara çalakiya xwe ya 3´ê Tîrmehê ya li navçeya Mêrdînê Qoserê de agahî dan. YPS´ê da zanîn ku di çalakiyê de wesayîta zirxî ya polîsan hedef hatiye girtin û di encama çalakiya bombeyî de 4 polîs birîndar bûne. 


 NAVENDA NÛÇEYAN