Namzetê YNK’ê Berhem Salih bû serokkomarê nû yê Iraqê. PDK’ê ji hilbijartina Berhem Salih razî nebû û got, ewê di dema pêş de helwesta xwe nîşan bidin. Her wiha Konseya Rêveber a KNK’ê hilbijartina Dr. Berhem Salih pîroz kir.

Parlamentoya Iraqê pêr ji bo hilbijartina serokkomarê Iraqê civiya. Pêşbirk dinavbera namzetê YNK’ê Berhem Salih û namzetê PDK’ê Fuat Hisên de bû. Di hilbijartina yekem de Berhem Salih 165 û Fuat Hisên jî 90 deng bi destxist.

Di rûniştina dawî de namzetê YNK’ê Berhem Salih zêdetirî dengan bi dest xist û bû serokkomarê nû yê Iraqê.

Li ser vê yekê PDK’ê nerazîbûna xwe da nîşan dan. Serokê PDK’ê Mesud Barzanî got ku ew bi ti awayî vê yekê napejirênin û wê di dema pêş de helwesta xwe nîşan bidin.

KNK’ê Dr. Berhem Salih pîroz kir

Konseya Rêveber a KNK’ê bi peyamekî nivîskî Serokkomarê nû yê Iraqê Dr. Berhem Salih pîroz kir. Peyama KNK´ê bi vî rengî bû:”Bi hilbijartina we ya ji bo serokkamorîya Iraqê, em weke KNK, bi dilxweşî pêşwazî dikin û we bi dilekî germ pîroz dikin.

Em hêvî dikin ev hilbijartin bibe wesîleya Iraqekî demokratîk û bi ewle. Hêviya gelê me ew e ku di demê we de, di serî de madeya 140 a destûrê û hemû pirsgirêkên di navbera herêma Kurdistanê û Bexdayê de, li ser bingeha destûra Iraq ê bêne çareserkirin.”

Ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê tenê mehek ma

Piştî Berhem Salih wekî serokkomarê nû yê Iraqê kifş bû, wî ji bo çêkirina hikûmeta nû ya Iraqê Adil Ebdulmehdî erkdar kir. Li gorî yasayê divê di nava 30 rojan de kabîneya nû ya hikûmetê ava bibe.  Ger Adil di nava 30 rojan de vê yekê nekir, li gorî madeya 78 ya destûrê serokkomar pêwîste di nava 15 rojan de kesekê din yê koma herî mezin a li parlamentoyê ji hikûmet nû ya Iraqê re erkdar bike. Ger vê carê jî pêknehat, divê serokkomar kesekî din ji bo avakirina hikûmetê erkdar bike. Lê vê carê ne girînge ew kes ji koma herî mezin a di parlamentoyê de be. Mafê serokkomar heye ji kîjan komê kesekî diyar bike.

Li gorî çavdêran Adil Ebdulmehdî ji aliyê her du hêzên mezin ên hevpeymanê ên di nava Parlamentoya Iraqê de,weke namzet ji bo serokwezirtiya Iraqê hatiye pejirandin. 

 

BEXDA