Hejmara nû ya kovara teorî û bîrdoziyê Komunar a ku ji sê mahan carekê ji aliyê şagirtên Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve li qadên gerîla tê amadekirin derket. Hejmara nû ya Komunarê li qadên gerîla tê belavkirin. Komunar ji sala 2005’an û vir ve ye li ser mijarên wekî dîrok û civak, jin, rejîma heqîqetê, çand û huner, ekolojî-ekonomî û hwd de ev 9 sal in di nav weşanên jêneger ên ku gerîla dişopînin de ye. Komunar li Herêmên Parastina Medyayê bi Kurdî, Tirkî û erebî tê amadekirin û çapkirin.

Mijarên hejmara dawî

Di hejmara dawî ya Komunarê de sernavên herî derdikevin pêş ev in; ‘Nameya Serokatiyê’, ‘Li ser polîtîkayên qirkirinê yên di dîrokê de û li Kurdistanê’, ‘Xwetevlikirina ku guleya yekem û çalakiya yekem derbas nake çi ye û çawa tê derbaskirin?’, ‘Divê em heqîqeta partiyê rast fêm bikin’, ‘Divê gelê me jiyana xwe li gorî şer sererast bike’, ‘Derfet û fersenda herî mezinrastiya Serokatiyê û partiya me ye’, ‘Israra jiyana bi Serokatiyê re israra ji bo azadiyê ye’, ‘Diyalektîka barbûyîn û barlêkirinê’, ‘Di nav PKK’ê de rêhevaltiya bi jinan re rêhevaltiya Serokatiyê ya bi jinan re ye’ û ‘Bi nêzîkatiya hunermendî divê em tevli pêvajoya înşayê bibin’.

Jênegera gerîlayan

Komunara ku ji aliyê endam û şagirtên Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve ji sê mehan careke tê amadekirin ji aliyê bi hezaran gerîlayan ve bi awayekî bi rêk û pêk tê şopandin. Ji bo kovarê di serî de ji hemû rêxistin, beş, dibistan û akademiyên Herêmên Parastina Medyayê û ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo kovarê nivîs tên ber destên wan.  Edîtoran di nivîsa pêşekê de diyar kiriye ku ew herî zêde ji pirtûk û berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûdê werdigirin û wiha gotin: “Me di hejmara xwe ya nû de wekî mijara dosyayê cih da nameya Serokariyê ya ku di dawiya meha hezîranê de nivîsîbû. Ji bilî vê nameyê me hewl da ku nirxandin, rexne û pêşniyarên Serokatiyê ya ku bi rêya Heyeta Îmraliyê re parve dike me wekî mijarên esasî girt dest. Me hewl da ku em hem naveroka wê nameyê baş fêm bikin hem jî di çarçoveya naveroka nameyê de erk û peywirên me yên demî bê kaç i ne me li ser wan hûr bû. Di encama van lêhûrbûnan de jî nivîs û lêkolînên derketin holê me wekî hejmara nû amade kir.”
Sernav û mijarên ku di kovarê de cih digirin jî di esasê xwe de encamên ders û nîqaşên ku di Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan de derdivein holê ne.

Xwendina paşeroj û pêşerojê

Kovara  Komunarê ku zêde cih nade geşedanên rojane yên siyasî û polîtîk, ji van mijaran zêdetir xwe daqûlî dîroka mirovahiyê dike, lê dikole û cih dide mijarên li ser pêşerojeke wekhev û azad a mirovahiyê. Di kovara ku mijarên lêkolîn û analîzî zêdetir in de zimanekî hêsan ê ku her kes pê bixwîne fêm bike tê bikaranîn. Gelek mijarên ku akademî û akademîsyenên ku ji nedîtî ve hatine yan jî nehatine dîtin,0 di Komunarê de bê tirs û fikare tên parvekirin.


 AMED