Sala 2015’an Akademiya Şehîd Nûda a çand û hunerê ku li Wanê di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de xebatên çand û hûnera Kurdî wek beşa Sînema, Govend, Mûzîk, Ziman û Wêje û Wêne  xebatên profesyonel dabûn destpêkirin û îsal berhemên xwe dan.

Li Bakurê Kurdistanê piştî medreseyan ev xebatên akademîk cara yekemîn e ku bi vî rengî resen û kurdewar tên meşandin. Loma ji bo gelê Kurd her çiqasî wekî gaveke pirr dereng jî be, êdî em dikarin bi dilekî rihet bibêjin ku xeyalên Rêbertî tên cih û ev yek ji bo siberojê hêviyên me xurtir dike.

Bêşa ziman û wêjeyê li 25 gundên (10 navçeyên) Wanê geriyane û mirovên ku temenê wan di navbera 60,70 û  80’yî de bi wan re anketeke zanistî çêkirine. Di vê anketê de 86 pirsên mîna “hûn li vî gundî ji filanê re çi dibêjin”,  “Çiyayê giha lê tê hûn çi dibêjin?” pirsînê. Hin navçeyan gotiye ‘mêrg’, hin navçeyan gotiyê  ‘şînahî’ û hinekan jî gotiyê ‘zozan’ û ‘dirûngeh’. Û ev lîste dirêj bûye. Di encama vê xebatê de ferhengeke bi navê  Ferhenga Jiyana Gundewar weke berhemeke kurdewar derxistine hole.
Pirsgirêkeke ziman a herî mezin jî di nav sosyolojiya Kurdan de dema ku 2 ciwanên Kurd tên cem hev ku bi zimanê dayika xwe bi hev re  biaxivin lê ku ji du heremên cuda bin, dibêjin “Heval ez devoka hêrema te nizanim loma ez ê bi Tirkî bi te re biaxivim” û bi zimanê dagirkeran bi hev re diaxivin. Keseke/î ku bixwaze Kurdiya xwe bi peş bixe û devoka hêrema Wanê fêr bibe, dikare ji vê ferhenga jiyana nû sûdê wergire. Dema min xwend min pirr kêf jê girt û moralekî mezin da min.

Berê li Wanê ji ber ku dan û standina gundiyan û navçeyî zêde bi hev re çênebûye li her gundekî, devokek cuda derketiye hole. Mirov dikare bibêje ev dewlemendiyeke zimanê Kurdî ye. Lê mixabin li gorî min wekî rexneyekê divê êdî ji niha û şûnde di TV, radyo, rojname û pirtûkên Kurdî de jî devokên herêmî werin bikaranîn da ku zûtir em van dewlemendiyên zimanê xwe fêr bibin .


Em bi zimanê akademîk nizanin!

Di nav sosyolojiya Kurdan de gelek caran em dibihîzin ku dibêjin, em bi zimanê akademîk nizanin, loma em nikarin xwe bînin ziman ango zimanê hêremeke din wekî akademîk dibînin, lê zimanê hêrama xwe wekî zimanê akademîk nabînin. Her peyva zimanê Kurdî akademîk e. Her peyva zimanê Kurdî hêja, watedar û bi nirx e. Bila tu kes devoka hêrama xwe biçûk nebîne û bi pêş bixin.

Heta niha hin lêkolîn û vekolîn hatine kirin û dibêjin 21 devok û 4 zaraveyên zimanê Kurdî hene. Lê ya rastî, em dikarin bibêjin ev devok û zarava zêdetir in. Zimanê Kurdî ewqasî dewlemend e ku divê mirov bi awayekî morfolojîk binirxîne devoka her hêremeke Kurdistanê wekî zaravayekê ye û her bajarekî Kurdistanê wek devokekê şîrove bike.

Di pirtûka pîroz Încîlê de bajarê Wanê wekî bihuştê tê pênasekirin. Dar û deviyên wê, çiya û zozanên wê, av û  kaniyên wê, gul û sosînên wê, ax û zeviyên wê vê rastiyê radixin ber çavên me. Ji ber ku gelek şaristanî li ser vê erdnigariyê jiyane, loma zimanekî xwezayî û dewlemend wekî mîrateyekê ji me re hiştine. Lê wisa xuya dibe ku em zêde lê xwedî dernakevin û naçin kurahiya dîrokê ku xebatên weha qedirbilind neyên kirin dê ev peyvên hêja û pîroz werin jibîrkirin û wendakirin. Lewra ziman zindî ye û dimire jî; ango peyv razber in, difûrin.

Ev rêbaza xebatê ku diçin gundan û peyvên wî gundî kom dikin encamê digire loma divê li her herêm û bajarî ev xebat werin kirin. Ev peywira hemû sazî û ciwanên Kurd e. Ev berpirsiyariyeke xwezayî ye. Divê bikin û bişînin Kurdî- Der û Enstîtuyên Kurdî da ku binirxînin û ji wan sûdê wergirin. Divê birkek bi vî rengî çêbibe. Ev xebateke gelekî pîroz e.


HEMDEM BOTAN