Li herêma Efrînê rojane nêzî 40 hezar parçe cil û bergên cuda tên çêkirin û  di serî de cureya şalê kot û keten tên çêkirin. Li gorî rêveberê komîna berhemkarên cil û bergan Şehban Umer diyar kir ku di karên dirûtinê de bêtirî 15 hezar karker û zêdeyî 400 hoste dixebitin.  

Herêm madeyên xam jî ji bo çêkirina cil û bergan ên wekî dezî, caw û gelek alavên pêwîst ji dewletên wekî Çîn, Tirkiye, Pakistan û gelek dewletên din peyda dike. Ji ber rewşa sînorê di navbera Bakurê Kurdistanê û herêma Efrînê de, her wiha rewşa şer û pevçûnan li derdora herêmê gelek astengiyan di vî alî de derdikevin. 

Her wiha ji ber şer û pevçûnan gelek pirsgirêkên veguhestinê derdikevin û komên çekdar li ser van riyan gelek xirac distînin. Bi saya aramiya li herêmê û alîkariya Rêveberiya Xwerseriya Demokratîk di pêşxistina kar de Efrîn ber bi pênasekirina “Li Efrînê tê çêkirin” (Made In Efrîn) diçe.


MEMO HESEN/EFRÎN/ANHA