
Zarokên rojavayê Kurdistanê yên bi şoreşa civakî re mezin dibin, di her aliyî de serketî ne. Mihemed Maşûq Ebduletîf di 9 saliya xwe de dest bi huner kir û ji tiştên nema dihatin bikaranîn, tabloyan çêdike. Ew niha 11 salî ye û hunera xwe dewam dike.
Mihemedê piçûk ji taxa Miftî ya Hesekê ye, ji alavên sergo, pelê hişk, qûtîkên vala û hwd. tiştên balkêş çêdike. Mihemed bi coşeke mezin karê xwe yê dest dike û berhemen xwe li Navenda Çand û Huner a Xabûrê pêşkêş dike.
Maşûq aşkera kir ku li ser pêşniyazên heval û xizmên xwe, wî berhemên xwe birine Navenda Xabûrê û got: “Li navendê alîkariyeke mezin bi min re dikin. Ez spasiya xwe ji her kesê alîkarî da re dikim.”
Mihemed da zanîn ku ew ê di vê astê de nemîne û dê xwe hêj zêdetir bi pêş bixe û dê di siberojê de wek mamosteya xwe piştgiriya hunêr û ramanan bike. Mamosteyên Mihemed jî jê re bûne alîkar û gelek berhemên wî di pêşengeha ‘Rimêlan’ a karê destan de hatin pêşandan û li gorî mamosteya wî van berheman bala beşdaran pirr kişandiye ser xwe.
HESEKÊ