
Berî ku min bikuje pirsî:
Tu bi ser kîjan netewe yî?
Netewa gulan yan miletê daran
Ji nifşê bişirînê yan ji niqutîna girî?
Dipirsî:
Mala we nêzî baxçeyê aliqî yê zemên bû
Yan li nêzî saniyeyên herî bêdeng a xwekujiya gulê bû?
Male we nêzî henaseyên gula qurnefîlê bû
Yan jî di kuçeya korerê de li ber gulenêrgizê rawestiya bû?
Dipirsî :
Bi çend gavan ji ronî û tahbê digihêjî kolana dilrihetîyê?
Bi çend kêliyên ji şebnemê, digihayî bazara perperokan?
Li min dinihêrî û digot:
Tu ne ji nifşê gula kanêje ya rûxweşik bûyî?
Ji dibistana jimara xwedayîyên gilyasê
Ne hevalek ê te bû, xeyba gulebaxê dixwend?.
Te dostek ê te bû, ji bo hinarekî bi lêvgirtî xêr dixwest.
Min tu di kolanên bextewariyên derewîn de dîtiye
Min destên te di destê berbangeke şewq û berq de dîtiye
Ji xewnên te ve diyar e ku te hemû axa sererdê qevaztiye
Ev hemû camên şikestî yên odeya te, belgeya jîvana bi şevê re ye
Ev hemû şîlanên weriyayî yên hewşa te, korelêdana hetahetayî ye
Li ser rondikên te hatiye nivîsandin:
Di heyamek, yê êvarekî de digihîje ber deriyê mehşerê.
Li wê derê kesek berî ku te bikuje, ji te dipirse:
Tu bi ser çi miletî yî, ji nijada bayê yan ya şapeyê?
Bi ser çi neteweye yî, neteweya gulan yan ya perperokan?
Derewa Êgir
Ez ku dişewitim, êdî çima dê li dojehê bitirsêm
Yê ku bi tevekî birîn be, xwe ji şûr venadize
Ey agir, ey dostê hemû dostan
Tenê mirovên tirsonek pêwîstiya wan
bi bizotên te heye ji bo şewitînê.
Em ê ku ji roniyê fêhm dikin, tariya me
ji te re nayê şîrovekirin,
Em bi xwe baweşîna agirê xwe dikin,
bizotê me bi bizotê te geş nabe.
Şewitandina te nagihê ber deriyên ruh,
dîtina te tînî nake hestiyan.
Ey agir…
Mi bi ser û hestan ve hêlîn çêkiriye
Bi ser û ramanê ve min qala lêfikirînê kiriye
Bi ser û xwedê ve min qala meznahiyê
Bi ser û mirov ve min qala jiyanê kiriye.
Ez ne ji cînsê wan cesteya me
agir min bişewitîne
Ne ji cînsê wan kitêban im
stûyên min neyên xwendin
Ez ne li cînsê wan tabloyan im
xeloza min tije reng nebe.
Min wêrî destê xwe biavêjim wan darên ku ji
sermayê vêketibûn.
Ey agirkujan, ey neviyên ên ji destpêka gerdûnê
ve hetanî îro wisa dikin li stiriyên baxan.
Wisa dikin li qetkirinê di pencereyan de.
Wan pengiran vedimirînin ku di serê mestan de
ne, wan pêtan bêdeng dikin
ku di çavê qurbaniyan de ne.
Ey agirkujan, agirxenqênan, ey nêçîrvanên pêtê.
Ez ji bo agirekî digerim ku bi destên we vênakeve,
qala bizotekî dikim ku ji xwînê ve tê,
qala ronîyekî dikim ku roj wân nas nake.
Qala tirîşkekî dikim tenê heyvên nav dil dibarînin
Ez ronahiyekî vedibêjim li wî aliyê
agir dest pê dike.
Xweliyekê vedibêjim ketiye pêşiya bizotan.
Yên bi van agiran jî dişewitin,
cesteyên derewkeran in.
Yên bi van avan vedimirin jî, baxên durûyan in.
Beşkirin
Ku me cîhan beş kir
Sibehê pola ji bo te
Dilê nazik ê sibehan jî ji bo min
Giyayê rêzbûyî yê xeyalên vê şevê ji bo te
Heşîşa hêwîdar a êvaran ji bo min.
Gulava asîmanan ji bo te
Xwîna daran ji bo min.
Kêrvoşka serberdayî ya li nav dexlan ji bo te
Beytikên biçûk ê bin giran ji bo min
Na hevalê min… na
Niştiman ji bo te, şeref ji bo te,
şerab ji bo te, yar ji bo te ….
Ji bo min jî, ez bi xwe…
Giya ji bo te, dexil ji bo, tirî ji bo te,
çira ji bo te…
Ji bo min jî, ez bi xwe.
Tifing ji bo te, ceng ji bo te, roj ji bo te,
ewr ji bo te …
Ji bo min jî, ez bi xwe.
Gul ji bo te, kêr ji bo te, kevok ji bo te,
xwedê ji bo te…
Ji bo min jî, ez bi xwe.
Bextiyar Elî/Ta Matemî Gûl…Ta Xwênî Firîşte...
Ji Soranî Muhsîn Ozdemîr wergerand