Pirtûka helbestan "Bêrîrihê" ya nivîskar Mahîr Bagok ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiye ji Weşanên Avayê derket. "Bêrîrihê" pirtûka 6'emîn a Bagok e. 

Li gel hemû zext û zoriyên li dijî çand û zimanê Kurdî, nivîskarên Kurd berhemên xwe çap dikin û ji girtîgehan bigire heta derveyî welat, nivîskarên Kurd nivîsandina xwe dewam dikin. Yek ji van nivîskaran jî Mahîr Bagok e ku bi salan e di girtîgehê de ye û bênavber dinivîsîne. Pirtûka dawî ya helbestan "Bêrîrihê" ya nivîskar Bagok ji aliyê Weşanxaneya Avayê derket. 

Bagok piştî çapkirina 5 pirtûkên xwe vê carê jî pirtûka xwe ya helbestan a duyemîn a bi navê “Bêrîrehê” çap kir. Bi vê pirtûkê re hejmara pirtûkên çapkirî yên Bagok gihişt 6'an. Pirtûka helbestan a “Bêrîrehê” ji 6 beşan pêk tê; “Bêrîrazê”, “Bêrînazê”, “Bêrîjînê”, “Bêrîyarê”, “Bêrîrehê” û “Bêrîbêjê”. Her beşek ji helbesteke dûr û dirêj pêk tê. 

Bagok vê pirtûka xwe zimanê wê herikbar diyarî “Zîlan, Rûken, Dîlan, Ozlem, Dêrsim û Lîlav…” kiriye. 


Pêjnek û çêjek ji helbesta Bagok

“...


Piştî bêrîrehê

Ji henaseyê min veqetiya li jînê

Di gerîneka razan de 

Dixeniqe

Xeyalên min li derîzanê bêriyê

Çiqas

Pirtûka helbesta bêrîbêjiyê bikim jî

Nabe rênîşana dile min ê girêdayî eşqa Bêrîrehê

...” 


BÎLAL GUNDEM/DÎHABER