Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) 26 sal berê wekî doh şehîd bû. Gulnaz Karataş bi têkoşîn û helwêsta xwe ji bo jinên Kurd bû mînak û navê wê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat deng veda. Gulnaz Karataş ji bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê bû. Dêrsim piştî komkujiya dewleta Tirk hatibû valakirin û talankirin. Kurdên herêmê neçarî koçkirinê kiribûn. Gelek malbat û eşîran koç kirin. Ji bo yên ku li Dersîmê man jî pêvajoya asîmlasyonê dane destpêkirin. Ji bo asîmîlekirina Kurdan Dersîm wek herêmeke tampon kar anîn. Gulnaz Karataş sala 1971’an li Solxan a Çewlikê tê dinê. Piştî salakê çêbûna wê malbata wê berê xwe dide Xarpêtê. Dibistana seretayî li Xarpetê xwend û dibistanên navîn û amadeyî jî li Xarpêtê xwend. Sala 1989´an ji bo xwendina zanîngehê diçe Stenbolê. Sala xwe ya yekemîn tevgera azadiya Kurd nas kir. Tevlî nava tevgera ciwanan bû. Her çiqas ji zanebûna Kurdiyetiyê dûr mezin bûbe jî, bi naskirina rêxistinê re di demeke kin de guhertinên mezin çêkir. Gulnaz bi vê leza mezin a guhertin û veguhertinê gihîşte zanebûna gel, welat û hestên welatparêziyê. Sala 1990´an derbasî Yewnanîstanê bû û li vê derê demek perwerdehiya siyasî û teorîk girt. Piştî saleke perwerdeyê şûnde ji bo xebata gel a îllegal li Stenbolê hat wezîfedarkirin. Zêdetir nava gelê ku ji herêma Mêrdîn û Sêrtê bûn xebitî. Gel û bi taybetî jî dayikan gelek jê hez dikirin. Di nava van xebatan de fêrî zimanê Kurdî jî bû. Sakîne Cansiz diçe serdana wê Di pêvajoya van xebatan de, bi endama PKKê Yildiz Durmûş (Jiyan) re li Stenbolê tê girtin. Di bin çavan de li ber xwe ide, tu tiştek ji êşkencekaran re nabêje. Ji vê derê derbasî zîndana Bayrampaşa bû. Dema ku li girtîgeha Bayrampaşayê ye, Sakîne Cansiz rojek diçe serdana wê. Sala 1991’an dema ku ji zîndana Bayrampaşa derdeikeve, ji bo jiyana wê merheleyek nû ye. Biryar dide û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîla dibe. 9’ê gulana 1992’yan de li çiyayê Cûdî di nav refên gerîla de bû û ew jî êdî gerîla bû. Berî ku here nav refên gerîla, ji xwe re navek rêxistinê jî diyar kiribû. Di bin bandora Binefş Agal de mabû. Lê dema hat hêrêma gerîla, dît ku gelek kes navê Binefş bi kar tînin, wê jî navê Bêrîtan li xwe kir. Di bin bandora eşîra Bêrtiyan de mabû. Di dema salên xwendina amadeyî de li ser vê eşîrê lêkolînek wê jî çêbibû. Di pêvajoya gerîlatiyê de di pratîkê de perwerdehiya leşkerî dît. Di rojên xwe yên gerîlatiyê de her tim rojnivîsek wê hebû, dinivisî carnan jî helbest dinivîsî. 25´ê îlona 1992´an ji bo çalakiyek amadekarî dikirin. Amadekariya çalakiya Rûbarokê. Bêrîtan bi vê çalakiyê di nav gerîla de derdikeve pêş. Di vê çalakiyê de birîndar dibe. Piştî vê çalakiyê, wek fermandarê Tîmek derbasî Şemzînan dibe. Rûpelek nû di têkoşîna azadiyê de vekir Dem 25’ê Cotmeha 1992’yan demsala payizê bû. Şer êdî hatibû radeya man û nemanê. Kozika ku Bêrîtan têde bû ji aliyê hêzên teslîmkar û noker ve hatibû dorpêçandin. Bêrîtan li pêşiya eniyê şer dikir ku tîma xwe ji vê dorpêçandinê rizgar bike. Ji serê xwe, ji milê xwe û jî singa birîndar bû. Ji her derê bedena wê xwîn diherikî. Lê şer dewam dikir. Bêrîtan xwe gihandibû ser kendalekê. Li hemberî wê çemê Lolan derbas dibû. Ji bo teslîm bibe hevkarê dijmin bang dikirin. Lê Bêrîtanê rûpelek nû di têkoşîna azadiyê de vekir. Destpêkê çeka xwe parçe parçe kir. Piştre rojnivîsa xwe veşart ku rojek bikeve dest hevalan wê û ji kendalên bilind, xwe berî bêdawîbûnê da. Şahidê vê demê behsa qehremantiya wê dike Sal derbas bûn, şahidê vê demê Çeto Rehîm Kerîm di bernameya Fotograf a di Roj Tv de wiha behsa wê demê dikir. “Ew keçik hat ser kendal. Peşmergeyan bang kir ku teslîm bibe, bi zaravayê Kurmancî bû ez bawer im got; ´Bijî Kurdistan, bijî PKK´ û wek teyrekî xwe berî jêr da û firiya. Dema li erdê ket tozek bilind bû. Wê demê ew xelqê bi ser wê de diçûn têk çûn. Bi rastî nizanim çawa behsa wê bikim. Ew kes xwedî wijdanek çawa bûn. Piştre çûn ser cesedê wê. Çenteyek li gel wê hebû. Hinek nan têde hebû. Nanê genim bû, çi bû nizanim, lê pirr hişk bû. Cotek pêlavên Adîdas di piyê wê de bû. Li gel me dibêjin pêlavên Îranê. Pênûsek di çentê wê de hebû. Egalek hebû, bi rengê ala Kurdistande bû. Albûmek hebû tê de fotograf hebûn” Cenazeyê Bêrîtanê hat dîtin 13 salan tu kesî nizanibû mezelê wê li kû derê ye. Wek efsaneyek di dîroka şoreşa azadiya Kurdistanê de cih girt. Li ser navê wê stran, roman, helbest û herî dawî ji aliyê Halîl Uysal ve fîlmek hat çêkirin. Di merheleya kişandin fîlm a li herêma Xakûrkê de rastî cenazeyek hatin, lê di encama teşhîsê de derket holê ku ne cenazê Bêrîtanê ye. Di pêvajoyek wiha de, gerîlayê ku ew bi destê xwe veşartibû hat dîtin. Ev gerîla di dema şer de li çepera Bêrîtan çeka doçka kar anîbû. Hat cih nîşan da û li vê derê cenazeyê Bêrîtanê hat dîtin.Cenaze li goristana ku li ser navê wê hatibû çêkirin bi merasîmekê hat definkirin. Hezaran da pey şopa wê Ji çalakiya Bêrîtan gelek encam hatin derxistin. Yek jî ji wan jinên Kurd ber bi artêşbûnê ve çûn. Artêşek ku bingeha xwe ji çalakiya Bêrîtan digire YJA-STAR hat avakirin. Artêşbûyîna jinên Kurd a di şopa Bêrîtanê de, bi salane mezin bû, îro li çar parçeyên Kurdistanê destanan dinivîsîne. Ev artêşa Bêrîtan bû çavkaniya hêvî û rizgariya gel û jinan. Li ser navê wê akademî hatin sazkirin û dîsa di artêşê de li ser navê wê Tabûr hatin avakirin. NAVENDA NÛÇEYAN
 

Jinan Bêrîtan bi bîr anî

Kongreya Star li navçeya Dirbêsiyê û Til Hemîsê bi wesîleya salvegera 26`an a şehadeta têkoşer Bêrîtan du civîn li dar xistin. Li Dirbêsiyê ji rêveberên Kongreya Star a kantona Hesekê Zeyneb Mûrad li ser jiyan û têkoşîna wê axivî. Zeyneb Mûrad diyar kir ku têkoşer Bêrîtan bûye sembola hemû jinên azadîxwaz û berxwedêr. Di dawiyê de Zeyneb Mûrad soza şopandina rêya şehîd Bêrîtan û hemû şehîdên tevgera azadiyê heta yekitiya hemû jinan da. Teslîmkarî red kir Kongreya Star li navçeya Til Hemîsê jî bi wesîleya salvegera têkoşer Gulnaz Karataş (Bêrîtan) li navenda çand û hunerê ya navçeyê civînek li dar xist. Bi sedan şêniyên herêmê û rêveberên Kongreya Star tev li civînê bûn. Di civînê de sînevîzyonek li ser jiyana Bêrîtan hate nîşandan. Paşê endama Kongreya Star a kantona Qamişlo Henîfe Mihemed li ser kurtejiyana têkoşer Bêrîtan axivîû got têkoşer Bêrîtan li dijî îxanetê sekinî, teslîmkarî red kir, berxwedan hilbijart. HESEKÊ