Bi sernavê “Di 100 saliya xwe de Jinên Kurd ên Cemiyeta Tealî (100. yilinda Kurt Kadinlari Teali Cemiyeti)” panelekê li dar dikeve.

Di panelê de ku ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Weşanên Avesta û Zanîngeha Bîlgî ve tê organîzekirin, li ser rewşa jinên Kurd a beriya bi 100 salan wê gotar bên pêşkêşkirin û guftûgo bê kirin. Lêkoler Rohat Alakom, Gulhan Balsoy, Zehra Ayman û Bulent Bîlmez wekî qiseker beşdarî panelê dibin.

Panel 15’ê Adarê saet 17’an li Kamsupa Santralistanbul E1-301 a Zanîngeha Bîlgî li dar dikeve.

 

STENBOL