10´ê Tebaxa 1888´an saet qederê 8 û nîvê êvarê, nêzî Silêmaniyê li gundekî çiyayî gokeke ji agir ezman rohnî kir. Li pişt xwe jî dûvekî dirêj ê dû û duxanê hişt. Gava di ser gund re bihurî bi gurmîneke mezin teqiya û qederê 10 deqîqeyan meteroîd bi ser girekî bi rengê pîramîdan de bariyan. Meteroîdan gundiyek kuşt yekî din jî seqet kir.

Ji Zanîngeha Egeyê zanyarê gerstêrkan Ozan Unsalan di arşîvên Osmaniyan de bi ser rapora li ser bûyerê ve bûye. Rayedarên herêmî, ta bi derziyê ve kirine û behsa bûyerê kirine. Hem rapor û hem jî nimûneyên ji astroîdan ji Stenbolê re şandine. Di nava bi milyonan belgeyan de 10 li ser ketina meteroîdan in û 3 jî jê behsa vê bûyera hanê dikin. Bi vî awayî ev bûyer ya herî kevin a bi metroîdan mirina mirovan e di dîroka nivîskî de. Lê belê ev kevirên ji Stenbolê re hatine şandin, niha winda ne. Zanyaran li muzeyên li Tirkiyeyê li van keviran pirsî be jî, heta niha bi ser ve nebûne. 

 

NAVENDA NÛÇEYAN