Di çavên zarokan de metirsiya fermanê ne diyar e. Cîhana zarokên ku ji fermanê xeberdar nînin, kelecana biharê li hev par dikin û di kêliya objektîfa makîne dizivirê ser wan de em vê rastiyê dixwînin ‘Wê ev wêneyên me yên beriya fermana 74’an li ser pirtûkên di destan de digerin bibin mêvan û me bînin ziman’. Wê zarok û dayikên di fermana 74’an de pêxas, birçî, tî û bi çavên rondik tijî, ketin ser wan rêyên bê dawî, di rûpelên dîroka  mirovatiyê de bibin kêliya serçemandina peyv û hevokan. 


 ŞENGAL