Amadekariyên Hilbijartinên Hezîranê yên Tirkiyeyê li seranserê Elmanyayê dewam dikin. Partiya Demokratîk ya Gelan HDP li nav hilbijêrên li Ewrûpa bi îdîa ye. Li paytexta Elmanya Berlînê ku cihekî girîng û stratejîk yên hilbijêrên li Elmanya ye, kar û xebatên amadekariya hilbijartinan di nava bereya HDP´ê de bi germahî dewam dike. Platforma demokratîk a gelan ku di nav de 28 sazî, rêxistin û partî hene, li navçe û herêmên weke Neukoln, Schoneberg, Wedding, Kreuzberg û Spandau yên Berlînê civînên gel li dar dixin û komîsyonên xebatê ava dikin.


HDP talibê herî kêm 25 hezar dengan e

Li gorî daneyên fermî li Berlînê qederê 130 hezar dengên Tirk û Kurdan hene, HDP talibê herî kêm 25 hezar dengan e ji Berlînê. Wek tê zanîn hevserokê HDP ê Selahattîn Demirtaş diyar kiribû ku ew bi hêviyeke mezin li hilbêjêrên li Ewrûpayê dinihêrin û herî kêm divê 400 hezar dengan bistînin.

Herwisa li paytext Berlinê xebatên hilbijartinan bi civîn, belavok, afîş, serdanên mal û kargehan, rêkirina e-mailan û çalakiyên facebookê û bi awayên cûrbicûr dewam dike. Alîgirên bereya HDP´ê çi Kurd û çi ji gelên din ên Tirkiyeyê dibêjin, aliyên heta niha deng nedayîn yên wek elewiyên CHP´yî û suniyên AKP´yî jî vê carê dengên xwe wê bidin HDP ê.

Di cîvîna Spandau û Schonebergê de kombûnên plansaziya xebatan hatin lidarxistin, di van kombûnan de komîsyonên wek têkiliya  bi gel re, rêxistinkirin, hilbijartin, ciwan, jin, ol û bawerî, û wd bi giştî heft komîsyon hatin avakirin.

Di van kombûnan de ji sazî û dezgehên wek Komeleya Elewiyan, Komeleya Omcalê ya çand û hevkariyê, Semun Islek li ser navê Suryaniyan, DIDIF, Êzîdiyên Berlinê, Inîsiyatîfa Dêrsimê û kesayetên wek Kazim Baba, Remzî Ozun, Abdî Çelîk, Cemal Ballikaya, Agasî Ozruh, Leyla Bingol, Hasan Uzun, Ekîn Firat û Sûleyman Korkmaz li gel 50 kesî beşdar bûn, herwisa yên beşdarbûyîn di nav karbeşiyê de jî cih girtin. 



Bûye meseleya namûsê


Derbarê xebatên hilbijartinan yên li Berlînê de beşdaran nihêrînên xwe ji rojnameya me re wiha anîn ziman:


Kazim Baba (Endamê KNK): Li Schonebergê hejmareke mezin a welatiyên Tirkiyeyê heye. Me komîte çêkirin, herkes navê xwe dinivîsîne, di biwara formaliteyan de agahî tên dayîn. Kombûna din wê li cihekî mezin û bi beşdariya jinan pêk bê. Hemwelatiyên ji Serhedê li vir gelek in, em hewl didin xwe bigihînin wan. Komîte li herêmên xwe esnafan ziyaret dikin. Jin li malan bi jinan re dicivin. Armanca me ew e ku li Ewrûpa ji 400 hezar dengên armanca me ne, herî kêm 200 hezarî  ji Almanya bistînin.


 Remzî Ozun (Berpirsyarê Komîteya herêma Serhêdê): Em îro platforma demokratîk ya gelan wek komisyona Serhedê kom bûn. Eger hin derdor û malbat ji me dûr disekinin ev kêmasiya me ye, me ew bi tenê hiştine. Ev platforma gel bandor li xebatan dike. Em diçin dawetên wan, cih didin me em agahiyan didin. Belavokên xwe belav dikin. Divê em roja denganê bi hev re biçin û dengê xwe bidin. Gel baş ne hatiye agahdarkirin, di warê qeydkirinê de jî zehmetî dikişînin, heta di qeyda înternetê de jî astengî heye.  


Abdi Çelik (Ji eşîra Drêjan a li Meletî): Par di dema hilbijartina serokomariyê de me dest bi kar kir. HDP firsetek e, divê hemû Kurd welatparêz û demokrat kar bikin. Platform hatiye avakirin, 28 komele û partî hene, em tev de kar dikin. Ez di nav komîsyona têkiliyên bi gel re û rêxistinê de kar dikim. Dawiya hefteyê li nav malan û li dawetan em digerin, em karsaz û gelek kesên din dibînin, min ev germahî heta niha hîç neditiye. Heta niha yek kesî negotiye ku ez alîkariyê nakim.


Mahsun  Yegîn: Ji bo herêma Schonebergê me komîte çêkir. Kurd, Elewî, Suryanî û wd em tev de kom bûn. Ji Serhedê ji Erziromê gazin hene, ez jî ji wir im. Bi rastî ez jî li ber xwe ketim. Niha ez ê bêhtir kar bikim. Em bi hezaran Xinûsî hene, ji dema erdhejê ve li vir in. Ez bawer im gel hişyar e, lê divê em xwe bigîhîninê. Li qehweyan, li kargehan, li malan em wan agahdar bikin. Vê carê bûye meseleya namûs û şerefê. Her Kurd û kesên biwijdan divê di nav kar de cih bigire û dengê xwe bide. 


Enver Şen (Partiya Komûnîst a Kurdistanê): Em wek Partiya Komunist a Kurdistanê û bi alîkariya Partiya Azadiya Sosyalîst ji destpêkê ve vî karî dikin. Heta niha me civînên mezin kirin û li Neukoln, Kruezberg Wedding, gelek civîn çêbûn û beşdarî jî xurt bû. Gelek kesên ku haya wan ji xebatan nebû hatin agahdarkirin. Ez bawer dikim bi tenê li navçeya Schonebergê 2.500 deng hene. Em wek partî hizra me ew e ku eger Kurd neçin meclîsa Tirkan jî dinya xera nabe, lê derfetek heyî jî mirov bi kar bîne baş dibe, divê em hêza xwe bidin nîşan.

Agasi Ozruh: Beriya vê şoreşê em wek Elewî me nedikarî ji Gumgumê  biçine Mûşê, eger îro em Kurd, Elewî, Laz, Çerkes û Êzîdî li ba hev in bi xebata vê partiyê ye. Divê em şev û rojên xwe bikin yek. Min heta niha di nav gelek sazî û rêxistinan de kar kir, bi rastî feraseta vê hereket û partiyê rûmeteke mezin daye gelan. Ez pir bi hêvî me, bi tenê Kurd û Elewî deng bidin em ê 90 kursiyî bi dest bixin. Eger em Tirkiye û Kurdistanê teslîmê AKP´ê bikin ev dê bibe şerma me.


Tekîn Baba (Karsaz): Ez ji Berlînê pirr bi hêvî me. Divê em pirrtir xwe bigihînin kesan. Em dikarin gelek Tirk, Suryanî û yên din jî tevlî xwe bikin, bi dîtina min li dor 30 hezar dengê me li vir hene.


Cemal Ballikaya (Helbestvan-Nivîskar): Divê em tev de dest bidin hev. Dixawazim bi serpêhatiyekê ve babetê rave bikim. Apê min li aş e û nikare barê xwe rake. Çiqas navên şêxan dizane, gazî tevan dike, lê nikare rake. Gundiyekî bi navê Xelîl jî tê wir, lê temaşe dike. Gava gazî Xelîl dike, Xelîl dibêje, te gazî kî kiriye bila ew bêne bi hawara te ve. Em Kurd, Tirk, Elewî, Ermenî, Suryanî em tevde vî barî rakin. Em dest bidin hev, tu tiştek ku em nekarin pêk bînin, li ber me nîne.


Haydar Karameşe (Ji Inîsiyatîfa Dêrsimê) : Em ji bo gelên bindest ên li Tirkiyeyê li vir in. Çi ji destê me bê em ê bikin, ev şanseke mezin e ji bo me, divê em baş bi kar bînin. Gelek sazî û dezgehên cihêreng hev girtine û kar dikin. ... Lê hê jî gelek Kurd deng didin AKP´ê, divê em wan jî hişyar bikin û îqna bikin. Eger em bi vê tempoyê kar bikin pirsgirêka me ya bendê nîne.


YEKO ARDIL/BERLÎN