Wezareta Karên Hundir li şûna bersivê bide pirsên Partiya Çep ên li ser grevên birçîbûnê yên li Strasbourgê, hewl da çalakiyan krîmînalîze bike.

Bi navê berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê, Hevserokê KCDK-E’ê Yuksel Koç ji Serokkomarê Elmanyayê Franz-Walter Steinmeier, Serokwezîr Angela Merkel û Wezîrê Karên Derve Heiko Maas re nameyek şandibû. Piştre keça Yuksel Koç, Dîlan Koç li ser bersiva hikûmetê nameyek nivîsandibû.

Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût jî mijar xist rojeva Meclîsa Federal û 27’ê Sibatê ji hikûmetê ev pirs kiribû: “Piştî bersiva ji nameya Dîlan Koç re, hikûmeta federal li ser çalakiya li ber Meclîsa Federal ya tê plankirin, çi difikire?”

Malbat û insan ji bîr kirin

Musteşarê Wezareta Karên Hundir Hans-Georg Engelke li ser navê hilûmetê bersiv da pirsa parlamenter Gokay Akbûlût. Li şûna ku bersiva pirsê bide, aliyê insanî û berpirsiyariya hikûmetê ya beramberî welatiyên wê hîç loi ber çavan negirt û got, “Hikûmeta federal çalakiya ku tê plankirin not kir. Heger pêwendiya xwe bi rêxistinên qedexekirî re hebe, wê nirxandina wê ji wezaretên karên hundir re bê hiştin.”

Parlamenter Gokay Akbûlût nerazîbûn nîşanî vê hewldana krîmînalîzekirina Kurdan da û got, “Xuya ye, hikûmet ji pirsên min ên li ser çalakiya greva birçîbûnê aciz dibe û bersivên bi wî rengî pûç dide. Dixwaze ku pêşiyê li min bigire da ku pirsên din nekim.” Akbûlût diyar kir ku ew ê hewldanên xwe yên bi heman rengî bidomîne.

 

BERLÎN