FEHMÎ KATAR / BERLÎN

Dersa Tirkî ya ku bi destê mamosteyên ser bi konsolosxaneya Tirk ve tê dayîn, li gelek semtên Berlînê tê betalkirin. Şaredariyên Berlînê wê li şûna bi destê “mamosteyên ser bi kosolosxaneya Tirk ên ku ajandaya Erdoganî tînin Elmanyayê” bi destê mamosteyên xwe vê dersê bidin dayîn.

Li gorî agahiya ku endamê Meclîsa Perwerdeyê ya Berlînê, Tobias Dollase ji rojnameya Der Tagesspiegel re ragihandiye, şaredariya Reinickendorf a Berlînê, êdî wê destûrê nede ku mamosteyên ser bi konsolosxaneya Tirk ve dersên Tirkî li dibistanan bidin. Li vê semtê berê li 17 dibistanan van mamosteyan ders dida. Şaredariyê da zanîn ku êdî wê mamosteyên ew diyar dikin û dikarin mufredata wan kontrol bikin, dersên Tirkî bidin.

Hem nijadperestî û hem jî propaganda Erdogan!

Bi heman rengî li gelek dibistanên Şaredariya Berlîn Mitte jî dersên Tirkî yên bi destê mamosteyên ser bi konsolosxaneya Tirk hatin rawestandin. Di van çend salên bihurî de gelek rexne li mamosteyên Tirkî yên li vê semtê hatibû girtin ku di dersan de nijadperestiya Tirk û propagandaya ji bo Erdogan dikin. Ji ber van rexneyan, şaredariyê weke çareserî doza kirê ji bo sinifên li dibistanan ji konsolosxaneyê kir; gava ku konsolosxaneyê bersiv neda jî, êdî hew cih da dersên Tirkî li dibistanan.

Biryar wê belav bibe

Li semtên ku gelek Tirk li wan dimînin ên Berlînê ev biryar belav dibe; dibistan her diçe bêhtir bi destê mamosteyên xwe dersên Tirkî didin. Li şaredariya Kreuzbergê dibistan hîna bêberdêl cih didin dersên Tirkî yên konsolosxaneya Tirk, lê li vê semtê jî nerazîbûn her diçe zêde dibe. Hat zanîn ku li nava dibistanan klubên Tirkî çêdibin û li ber wê yekê tê rabûn ku cih nedin dersên Tirkî yên konsolosxaneyê. Wekî din çav li rê ye ku di konferansa dibistanên destpêkê de biryar bê dayîn ku dawî li dabînkirina cih ji bo dersên Tirkî bi destê mamosteyên konsolosxaneya Tirk bê anîn.