Li paytexta Elmanyayê Berlînê çalakiya destekkirina bi 709´emîn çalakiya Dayikên Şemiyê re bi rê ve çû. HDK Berlînê, Meclisa Jinê ya Brandenburgê çalakî li semta Kreuzbergê li Kottbusser Torê, li Parka Şehîd Celalettin Cesim kir. Di çalakiyê de resmên kesên dema destgîrkirî wendakirî hatin hilgirtin. Ji çalakiya li Stenbolê jî, xwişka Hasan Ocak, Asîde Ocak û xwişka Kerim Eren, Edîbe Eren bi telefonê beşdarî çalakiyê bûn.

Dayik wê hiş nebin!

Li ser navê meclîsa jinan a HDK Berlînê, Sehnaz Îldan got, ew ê her bibin dengê Dayikên Şemiyê û wiha dewam kir: “Dayikên Şemiyê wê hiş nebin! Amed wê hiş nebe! Plaza de Mayo wê hiş nebe! Ti meydana dinyayê ku lê dengê bindest û mêhtingerkiriyan lê vedide, wê hiş nebe!”

Ji çalakgerên Dayikên Şemiyê ji Stenbolê, Asîde Ocak jî bi telefonê got, desteka ji Berlînê hêviyê bi wan re çêdike. Çalakî bi gotina slogana “Hêrsa dayikan wê kujeran bifetisîne!” bi dawî  bû.

 

BERLÎN