Li gundê Cibnê yê ku 40 kîlometreyan li rojavayê Kantona Kobanê ye, herdu ciwanên bi navê Mihemd Sofî (35) û Ferhan Mustefa (20) dema ku bi terektorê zeviyên xwe diajotin, mayîneke ku çeteyan berê çandibû, bi wan ve teqiya. Di encamê de lingekî Mihemed Sofî û herdu lingên Ferhan, jêbûn. Her du ciwan ji bo dermankirinê, rakirin nexweşxaneya Kobanê. Li gorî ku bijîşkan daye xuyakirin ji ber ku perçeyek li serê ciwanê bi navê Mihemed Sofî ketiye, rewşa wî ne ewle ye.
Çeteyên DAIŞ’ê beriya ku ji herêma Kobanê bên derxistin gelek mayînên bi vî rengî li peyî xwe hiştin. Bi dehan welatiyên sivîl ji ber van mayînan jiyana xwe ji dest dan.
ANHA/KOBANÊ