Li Kurdî kovareke din zêde dibe. Kovara bi navê bernamegeh wê nivîs, gotar û dosyayên lêkolînî yên li ser çand, huner, dîrok, zanist, teknîk, zargotinê biweşîne. Berpirsên kovarê di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re bang li nivîskaran, kesên dixwazin nivîs û pisporiyên xwe parve bikin, kir, da ku di ser e-maila bernamegeh@gmail.com re têkiliyê bi wan re deynin. Ew dibêjin deriyê me li her kesî vekiriye. NAVENDA NÛÇEYAN