
Polîtburoya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) bi daxuyaniyekê bernameya merasîma oxirkirina cenazeyê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî eşkere kir.
Polîtburoya YNK´ê têkildarî merasîma cenazeyê Mam Celal daxuyanî da.
YNK´ê bernameya merasîm û anîna cenaze ya Kurdiastanê ku îro bi rê ve diçe agahî dan raya giştî.
Li gorî vê cenazeyê Mam Celal wê îro berî nîvrojê bigihîje Balafirgeha Silêmaniyê. Li gorî protokolê wê bi merasîmekê bête pêşwazîkirin. Bernameya fermî, girseyî û siyasî wê li balafirgehê bi vê merasîmê dest pê bike.
Piştre cenaze wê ber bi Mizgefta Mezin a Silêmaniyê ve bête birêkirin. Li Mizgefta Mezin a Silêmaniyê mêvanên Mam Celal û dilsozên wî wê hevdîtina dawî li gel Mam Celal bikin.
Sersaxî roja şemiyê tên qebûlkirin
Herçî sersaxî ne, 7’ê Cotmehê saet 10:00’an li Stadyuma Sîrwanî Niwê ya li aliyê Serçinar a Silêmaniyê ye û li 11 bajarên din ango li Hewlêr, Kerkûk, Dihok, Helebce, Zaxo, Ranya, Koyê, Kelar, Soran û Çemçemalê wê bêtin qebûlkirin.
Li ber balafirgehê heya digihe Navenda YNK’ê ya Silêmaniyê wê malbendên Kerkûk, Çemçemal, Hewlêr, Koyê, Raperîn, Dihok, Mûsil û Şengalê li gel şaxên rêxistinên demokrasî û gel û sendîka, endam, dost û dilsozên Mam Celal heta saet 11:00’an pêşwaziyê lê bikin.
Malbenda Silêmanî, Germiyan, Helebce, Xaneqîn, li gel rêxistinên demokratîk û sendîka, dilsozên Mam Celal wê li ser rêya 60 metreyî heya Aramgeha Serok wê pêşwazî li Mam Celal bikin.
SILÊMANÎ
Helebceyiyan Talabanî bi bîr anî
Li ser goristana şehîdên Helebce, Helebceyiyan Mam Celal bi bîr anî. Li ser goristana şehîdên Helebce doh saet 10:00’an, Navenda Rêxistina Demokratîk bi boneya wefata Celal Talabanî yê bi navê Mam Celal navdar bi merasîmekê bi bîr anî. Bi dehan kes beşdarî merasîmê bûn. Berpirsê Navenda Rêxistina Demokratîk a Helebce Enwer Mihemed têkildarî mijarê got; “Weke welatiyên Helebce, me erka xwe zanî ku em bên li ser goristana şehîdan û dilsoziya xwe ya bi Mam Celal re nîşan bidin. Di vê demê de ji hemû deman zêdetir pêwîstiya gelê me bi rol û hebûna Mam Celal hebû. Ji ber ku di vê demê de herî zêde dijminê gelê me li dijî gelê Kurd hevdu girtine. Ji ber vê yekê divê em vê wefatê bikin boneyek ji bo yekîtiya gelê Kurd.” Berpirsê Navenda Rêxistina Demokratîk a Helebce Enwer Mihemed herî dawî got; “Mam Celal ne tenê yê YNK’ê bû. Wî xwe weke milkê giştî dizanî. Ji ber vê yekê pêwîst e her kes xwedî lê derkeve.”