Buroya Aştiyê ya Jinê (CENÎ) û Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E), dê di 1’ê Tîrmehê de 13’emîn Mihrîcana Jinê ya Zîlan, bi şiyara “Jiyana azad wê bi berxwedana jinê bi ser bikeve” pêk bînin. Komîteya amadekar a festîvalê ku beriya niha bi çar mehan dest bi amadekariyan kir, bernameya festîvalê li gorî pêwîstiyên jinên ji çar aliyên Kurdistanê, jinên Elewî û Êzîdî, bernameyek derxist holê. Di mihrîcanê de wê Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Eyşê Efendî peyama ji Rojava, Parlamentera Agirî ya HDP’ê Dîrayet Taşdemîr jî peyama parlamenter û hevşaredarên jin ên ji aliyê AKP’ê ve dîl hatine girtin, ragihînin. Her wiha li ser navê YJK-E wê axaftin bête kirin. Beriya destpêkirina bernameya çandê, sê panelên cuda wê pêk werin. Navenda Jinê Ûtamara wê bi beşdariya akademîsyenên ji Tirkiyeyê, panelekê li ser rola jinê ya di avakirina civakî de li dar bixe.



Bernameyeke rengîn


Bernameya çandê ya mihrîcanê wê bi stranên Koroya Zarokan a Aram Tîgran dest pê bike. Dûre gelek hunermendên jin bi zaravayên cuda wê bistirên. Gulbahar Kavcû, ku ev demek e li Îranêdi warê muzîkê de perwerde dibe, wê klamên ji Rojhilat bibêje. Hunermendên ciwan, Hanî bi Soranî û Hewramî, Çîgdem Ulku jî bi Dimilkî stranên xwe pêşkêş bike. Berîvan Arîn jî wê bi klamên xwe tevlî coşa festîvalê bibe. Di festîvalê de her wiha koma muzîkê ya femînîst, Prosodîa ya ji Barcelonayê dê bi rêbaza hîp-hop metalê berxwedana jinê bistirê. Li gel muzîkê, wê koma govendê ya jinan a TEV-ÇAND’ê govenda ji herêmên cuda yên Kurdistanê pêşkêş bike. Yek ji surprîzên mihrîcanê jî hunermenda navdar Jûan Pînîla ye, ku ji bo piştgiriyê bide jinên Kurd ji Granada hatiye. Pînîla, ku di beşa Flamenko de ji bo xelata Latîn Grammy namzet hatiye nîşandan, wê li gel dansa Flamenko ya du jinên Endulusî, bistirê.


Ji bo zarokan lîstikên cihêreng


Mêvanê îsal ê Solîna Zarokan jî, koma dansê ya ToTaLaB a ji Îtalyayê hatiye. Koma ji 6 kesan a palyaço jî wê li meydana festîvalê hunera xwe nîşan bide. Zarok wê li meydana festîvalê karibin têra xwe û bi dilê xwe bilîzin, rûyê xwe boyax bikin, bikevin pêşbirkê û bistirên. Pedagog û mamosteyên kreşê yên li parkê jî wê ji zarokan re bibin alîkar. Komîteyê ragihand ku wan li gorî berxwedan, estetîk û hêza fikrî ya jinên Kurd bernameyek amade kiriye, û bang li jinên Kurd ên li Elmanya, Holenda û Belçîka kir da ku tevlî festîvalê bibin. Komîteyê got, “Em li bendê ne ku jin roja 1’ê Tîrmehê li bajarên lê ne, li cihên hatine diyarkirin li otobusan siwar bibin û bên Dortmûndê.”



 NAVENDA NÛÇEYAN