Navenda çapemeniya Şerê Iraqê ragihand ku di encama êrişa balafirên şer yên Iraqê li parêzgeha Nînowa de wezirê ragihandina çeteyên DAIŞ’ê Ziyad Xerufe hat kuştin.
Îro navenda çapemeniya şerê Iraqê daxuyaniyekî niviskî bilavkir û di daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Wezîrê çapemeniya çeteyên DAIŞ‘ê Ziyad Xerufe, di encama êrîşa balafirên şer yên Iraqê li parêzgeha Nînowayê de hat kuştin.”
Li gorî navenda çapemeniya şer ya Iraqê, Ziyad Xerufe berpirsê çêkirina filmê DAIŞ‘ê ye. Îro wê li taxên rojavayê Mûsilê were definkirin.
Rêya Telafer-Şengalê kete bin kontrolê
Artêşa Iraqê ji hemû aliyan de dest bi êrîşkirina bajarê Mûsilê kir. Hêzên Heşd el Şeebî rêya dinavbera Telafer û Şengalê de kontrol kir û gihan sînorê pêşmergeyan.
Navenda Çapemeniya Heşd el Şeebî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku hêzên Heşd el Şeebî rêya serek ya dinavbera Telafer û Şengalê de kontrol kir û li navçeya Sîno gihiştine sînorê hêzên pêşmergeyan.
Her wiha navenda çapemeniya Heşd el Şeebî da diyarkirin ku bajarê Mûsilê di hemû aliyan de dibin êrîşan deye. Hêzên Heşd el Şeebî duh qonaxa çaremin ya operasyona xwe ya li rojavayê Mûsil ragihand.
Operasyona rizgarkirina Mûsil di 17’ê Cotmehê de despêkir û hîna dewame.
MÛSIL