Piştî ku kifş bû Serokomarê Iraqê Berhem Salih e, li Silêmanî û navçeyên wê pîrozbahî çêbûn. Di van pîrozbahiyan de 3 kesan bi guleyan jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê lêpirsîn dest pê kir lê heta niha ti kes ji ber vê nehatiye girtin.

Roja 2’yê Cotmehê li Parlementoya Iraqê ji bo Serokomariyê hilbijartin çêbûn. Namzetê YNK’ê Dr. Berhem Salih bû Serokomarê nû yê Iraqê. Piştî aşkerabûna encamên hilbijartina serokkomariya li Silêmanî û navçeyên wê pîrozbahî hatibûn lidarxistin û di van pîrozbahiyan de gule hatibûn teqandin.

Di encama teqandina van guleyan ku wekî “Teqey xoşî” tên binavkirin de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

 

Li mala xwe gule lê ket

Li navenda Silêmaniyê kesê bi navê Adem Selam ê 21 salî, dema li sehaya sergirtî ya futbolê lîstik temaşe dikir, bi guleyê jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Diskere yê girêdayî herêma Şerazor welatiyê bi navê Raber Kemal ê 21 salî, di encama guleyê de jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Çemçemal jî kesê bi navê Ferhad Mihemed Reşîd ê 48 salî dema di mala xwe de bû, gule lê ket û jiyana xwe ji dest da.

 

Lêkolînên wan berdewam dikin

Piştî bûyeran hêzên asayîşê lêpirsîn dane destpêkirin, lê heta niha ti encam nehatine girtin.

Berdevkê Polîsên Silêmaniyê Serkewt Ehmed têkildarî mijarê agahî dan û diyar kir ku lêkolînên wan berdewam dikin, lê hîn tu kesek nehatiye girtin.

 

SILÊMANÎ