Di Festîvala Fîlman a Kurd a Parîsê ku di 21 Cotmehê de li paytexta Fransayê Parîsê dest pê kir de fîlmê bi navê ‘Berroj’ hate nîşandan.
Fîlmê ‘Berroj’ ku ji aliyê derhêner Omer Leventoglû û Îhsan Kaçar ve hatiye amadekirin pêr êvarê li Sînema Reflet Medîcîs hat nîşandan. Tevî Kurdan, gelek welatiyên Fransayê jî bi baldarî li fîlm temaşe kirin.
Rihê berxwedana Kobanê
Di vê dokûmantera di dema berxwedana Kobanê hat kişandin de, hewl tê dayîn piştperdeya ruhê ciwanên li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe didin, bê nîşandan. Dokûmantera ji 70 deqeyan pêk tê.
Ji derhênerên fîlm Omer Leventoglû piştî nîşandan fîlm, bersiv da pirsên sînemahezan. Leventoglû diyar kir ku berxwedana Kobanê, kêm caran di herikîna dîroka cîhanê de hatiye dîtin û got, "Me xwest dîmenê vê berxwedanê bikişînin. Me xwest balê bikişînin ser şerê li Kobanê."
Leventoglû da zanîn, ku bi rêya çîroka têkoşîna 30 salan a Ehmedê Remo, wan hewl dane xort û jinên ku li hemberî barbariya DAIŞ'ê ya ku cîhan tev jê ditirsiya, şer dikirin û li ber xwe didan, nîşan bidin.