Kordînasyona Civaka Êzîdî civîna xwe ya salane bi tevlîbûna 100 endamên sazî û dezgehên Êzîdiyên Ewropa, Şengal û Rojava di navbera 16-18 Kanûnê de li Şengalê pêk anî.

Civîn bi şîara “Bi ruhê Mam Zekî tekoşînê bilind bikin Xweseriya Demokratîk a Şengalê misoger bikin” hat lidarxistin. Di şexsê Mam Zekî de şehîdên 73 ferman û hemû têkoşerên ku di vê oxirê de şehîd ketine birêzdarî hatin bibîr anîn.

Di civînê de sekin, têkoşîn û fedakariya Endamê Kordînasyona Civaka Êzîdî Mam Zekî Şengalî weke mijareke taybet hat nirxandin.

Kordînasyona Civaka Êzîdî di civînê de, ji bo mîsogerkirina xweseriya Şengalê, pêşxistina xebatên rêxistinî, siyasî-dîplomasî û aborî biryarên girîng girtin. Her wiha di civînê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê jî bi tundî hatin rûreşkirin.

Kordînasyona Civaka Êzîdî encamnameya civînê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re eşkere kir. Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku ku delegeyên Rûsya û Ermenîstanê dema ku hatine balafirgeha Silêmaniyê  tevlêbûna wan a civînê hatiye astengkirin û hat gotin: “Em vê nêzikatiya rêveberiya herêmê wekî nêzîkatiyeke dijberî rêxistina civaka Êzîdi dibînin û weke îradeya civaka rêxistinkirî ya Êzîdî bi tûndî şermezar dikin.”

Tîfaq û yekîtiya Êzîdîyan esas e

Encamên nîqaşên 3 rojan yên têkildarî yekitî û hevgirtina civaka Ezîdi û pêşeroja wê  de wiha hatin rêzkirin:

“1-Ji bo doza Êzdayetiyê li hemû qadan û bi taybet jî li Şengalê tîfaq û yekîtiya Êzîdîyan esas bê girtin.

2-Li her deverên welat û dervayî welat di hemû beşan de civaka Êzîdî xwe rexistin bike, li gorî pêwîstiyên xwe û li gorî xweseriya qadê rêxistina xwe pêş bixe.

3-Hemû qadên ku civaka me ya Êzîdî xwe rêxistin kiriye, koordinasyonek hevbeş ji 23 kesan pêk bîne.

4-Êzîdî li kîjan welatî bijî bila bijîn; ji bona mafê xwe têkoşîna qanûnî, hiqûqî li gorî şert û mercên wî welatî bidin meşandin.

5- Ji bo vegera koçberên Şengalê bi taybet ji boyî vegera Êzîdiyên li kampên Başûr û kampa AFAT’ê ya Tirkiyeyê kar û xebat were pêşxistin.

6-Hêzên parastina civaka Êzîdî YBŞ-YJŞ wekî hêzên hemû Êzîdiyan werin dîtin.

7-Li hemû welatên ku Êzîdî lê dijîn, komîteyên dîplomasî werin avakirin.

8-Dîplomasî û siyaset li ser esasê mîsogerkirina statoya Şengalê were meşandin.

10-Li Şengalê  komîteyên aborî verin avakirin û projeyên aborî li gorî rastiya Şengalê werin pêşxistin.

11-Komîteyek mafnasiya Êzîdiyan bi taybet ji bona Efrîn û Şengalê were avakirin.”

 

 ŞENGAL/RONEWS