Siyasetmedara Kurd Necîbe Omer bi rasthatina salvegera komkujiya Helebceyê daxuyaniyeke nîvîskî weşand. Necîbe Omer da xuyakirin, ku heta niha komkujiya Helebceyê weke jenosîd nehatiye qebûlkirin û got, “Helebce di esasê xwe de serhildana 91’an e. Bersiva Helebce dîsa li Bakurê Kurdistanê di salên 90’î de bi serhildanên Cizîr, Nîsêbîn ve hat dayîn.”
Omer ragihand, ku ne tenê li Helebceyê, li gelek cihên din ên Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî hatin bikaranîn û wiha dewam kir: “Ez hemû komkujiyên di vê mehê de hatine kirin, bi tundî şermezar dikim. Komkujî herî zêde li ser gelê Kurd çêbûne. Van komkujiyan ji ya li Cihûyan hatî kirin jî derbas kiriye. Li Başûrê Kurdistanê ne tenê li Helebceyê, li herêma Germiyan jî çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Dîsa li Qeredax, li aliyê Hewlêrê jî li Balîsanê bombeyên kîmyewî barandin. Di encamê de gelek mirov hatin kuştin. 28 sal di ser komkujiya li Helebceyê re derbas bûn. ”
Hêzên Ewropî jî berpirsyar in
Siyasetmedar Omer destnîşan kir ku berpirsyarê vê komkujiyê ne tenê rejîma Baas e, hezên Ewropî jî di nav de hene û got; “Di nava hêzên li Helebceyê komkujî kirî de ne tenê rejîma Baas heye. Saddam di nav de ye, lê pêwîst e were zanîn ku Saddam ev çekên kîmyewî çênekirine, hikûmeta Iraqê çênekirine. Elmanyayê ev madeya kîmyewî çêkir. Dema ku doza Helebce xwestin bi dadgeh bikin ew mirovê ku çekên kîmyewî firotine hikûmeta Iraqê an jî Saddam Huseyîn, derket holê ku yekî ji Hollanda ye. ”
Komkujiya li ser Kurdan dewam dike
Necîbe Omer qetlîama Şengalê wek dewama Helebce pênase kir û wiha pêde çû; “Nerazîbûnên gel ên li hemberî komkujiya Helebceyê di sala 1991’an de li Başûrê Kurdistanê bi serhildana gel xwe nîşan da. Helebce di esasê xwe de raperîna 91’ê ye. Bersiva Helebce dîsa li Bakurê Kurdistanê di salên 90’î de bi serhidlanên Cizîr û Nisêbînê hat dayîn. Di peşengtiya PKK’ê de yekîtî çêbû. Gelek mirov bi komkujiya Helebceyê re tevlî têkoşîna azadiya Kurdistanê bûn. Destketiyên bi peşengtiya PKK’ê li hemû parçeyên Kurdistanê çêbûn, bersivek li komkujiya Helebceyê bûn. Komkujiya 2014’an a li Şengalê jî dewama komkujiya Helebceyê bû.”
Siyasetmedara Kurd Omer herî dawî li ser yekîtiyê bangawazî kir û got, “Pewîst e ku em yekgirtî bin da ku careke din nehêlin komkujî bê kirin. Li ku derê dibe bila bibe, têkoşîn pirr bi wate ye. Em jî bawer dikin ku bi vî awayî êşên Helebce wê werin dermankirin. Careke din ez şehîdên vê komkujiyê bi bîr tinim û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim.”
HEWLÊR