Civîn bi rêzgirtinê hate destpêkirin û piştre Fermandarê YPG’ê yê bajarê Dirbêsiyê Reşîd Umer derbarê berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê yên herêma Kobanê axivî û ji bo tevlîbûna di nava qadên şer de bang li hemû welatiyan kir.
Li aliyê din Hevseroka Meclîsa gundê Bîrkinêsê Perwîn Ebdo, Endama Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger Bêrîvan Şêx Dawud û Endamê Komîteya lihevanînê ya gundê Çetelê Cemal Hac Mensûr derbarê êrîşên li dijî herêma Kobanê axivîn û piştgiriya xwe ya madî û manewî bi gelê Kobanê re anîn ziman.
Di civînê de welatiyê 50 salî Xalid Ibrahîm û welatiyê 46 salî Yûsuf Ibrahîm Biro ku xwedî malbat û zarokin, tevlîbûna xwe ya di nava refên YPG’ê ragihandin û û amadebûna xwe ya ji ji bo parastina herêma Kobanê diyar kirin û ji her kesî re dan zanîn ku êrîşa li dijî Kobanê li dijî hemû herêm, bajar û deverên Rojava û pêkhateyên wê ye.
Civîn bi durişmeyên dilsoziya bi gelê kobanê û şervanên YPG’ê û YPJ’ê re bi dawî bû.
DIRBÊSIYÊ