Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Nebîl El Erebî da xuyakirin ku ew derbarê bersiva Şamê ya ji bo şandina heyeteke çavdêran bi wezîrên karê derve yê welatên erebî re goftûgo dike. Elerebî got ku Wezîrê karê derve yê Sûriyeyê Welîd El Mûelim nameyek ji wan re rê kiriye ku ew dê vê protokolê imze bikin lê hin şert û mercên xwe jî ji bo imzekirinê diyar kirine. Nijha jî ew daxwaz û mercên ku Sûriyeyê ji bo imzekirinê xwestine di navbera wezîrên karên derve yên Welatên Erebî de tên nîqaşkirin.
Ji aliyekî din ve li gorî çavkaniyên mafê mirovan ê Sûriyeyê gelek mirov êdî tên revandin û kuştin bê ku kesek bizanibe ji alî kê ve û çima tên kuştin. Li gorî çavkaniyên çalakvanên Sûriyeyê ew kesên tên revandin çalakvan û xwepêşandêrin û ew ji alî hêzên ewlekariyê û şebîhayên rejîma Sûriyeyê ve tên revandin û kuştin. Her wiha dewleta Sûriyeyê jî van bûyerên kuştin û revandinê davêje ser komên çekdar û dibêje ku ew komên çekdar ji bo tevliheviyê hem sivîlan hem jî endamên hêzên ewlekariyê dikujin. Li gorî hin çavkaniyan li Humsê 36 kes roja duşemê hatine kuştin û li gorî hin çavkaniyên din jî hejmara kuştiyên ku pêşî hatine revandin û paşê jî cesedên wan li kolanan dîtine di van herdu rojên dawî de  gihaye 60 kesî.
Li gorî daxuyaniyeke Rewangeha Sûriyeyê ya Mafê Mirovan a ku navenda wê li Londonê, li bajarê Hûmisê çalakekî ji taxa Zehra ya alîgirê rejîmê gotiye: "Di meydana taxê de, şeva borî 34 term ji taxên din hatine kom kirin û ji aliyê Şebbîheyên Beşar Esed be hatine kuştin."

Erêkirina bi şert

Berdevkê wezareta karê derve Cîhad Muqedes roja duşemê dabû xuyakirin ku Şamê daxwaza şandina lijneyeke çavdêran erê kiriye. Ev hewldana şandina çavdêran bo Sûriyeyê ji alî Komkara Erebî ve hatibû pêşinyar kirin da ku dawî li zext, kuştin û tundiya li dijî xwepêşandêran bîne ku ev serê 8 mehan e li vî welatî berdewam dike. Her wiha got ku wê ev protokol li Şamê were imzekirin lê dema wê nehate destnîşankirin. Yek ji daxwazên Şamê ew e ku piştî imzekirina vê protokolê Welatên Komkara Erebî jî ew ambargoyên kul i ser Sûriyeyê danîbûn di cih de rakin. Her wiha hin daxwazên din ê hikûmeta Sûriyeyê ji bo imzekirina vê protokolê evin:
1-Destnîşankirina dema protokolê
2- hevkarî û kordînasyona bi hikûmeta Sûriyeyê re di dema gera heyeta çavdêr de
3- Destnîşankirina çavkaniya şidet û tundiyê.

Di navberê de şirketa Fransayê ya mezin TOTOL da xuyakirin ku wê bi sedê  ambargoyên Yekitiya Ewropayê xebatên xwe yên lêgerîna petrolê yên li Sûriyeyê rawestandine. Beriya wê şirketa SHEL a Amerîkî jî daxuyaniyek wiha dabû.

ŞAM