Li herêma xweser ya Baskê çanda Bertsolari heye û tê wateya ku “Helbestvanê Dengbêj” xwedî kevneşopiyeke gelek kevnar e. Bertsolaris bi xwe helbestan dinivîsînin û li hemberî hezaran kes dixwînin. Her wisa gelek dibistan hene ji bo fêrkirina vê kevnneşopiyê. Di televîzyonê de jî bernameyeke taybet ji bo dengbêjan heye. Her wiha bi hezaran kes jî konserên dengbêjan dişopînin.


Dengbêjên ciwan dixwazin

Komela Bertsolaris jî êdî xwe amade dike da ku di nav çalakiyê di çarçoveya “Paytexta Ewropî ya Çandê” de pêk were de cihên xwe bigre. Çalakiya ku di sala 2016’an de di navbera 15 û 24’ê Nîsanê de bên lidarxistin. Komele jî bi hemû lêçûnên rêwîtiyê, çûnûhatin, xwarin û mandinê pêşwazî bike. Tê payîn ku ji 4 heya 8 konser bên çêkirin. 

Komele dixwaze ku du dengbêjên klasîka Kurdî vexwîne. Daxwaza komelê ew e ku ew dengbêj ciwan bin û yek ji wan jî jin be, deriya beşdarbûnê ji hemû dengbêjan re vekiriye û bi taybetî ji bo xelkê rojavayê Kurdistanê re.


Nûgeriya li ser dengbêjiya Kurdî zêde dibe

Hêjayî gotinê ye ku dengbêjiya klasîk ya Kurdî di van salên dawî de li cîhanê bêtir hatiye naskirin, gelek rojnamevanên biyanî ku serdana Amedê kiribûn nûçeyan derbarê “Mala Dengbêjan” çêkirin. 

Her wiha fîlma Kurdî “Were Dengê Min” ya derhêner Huseyin Karabey, yê ku xelata “Astora Zêrîn” li Arjantînê wergirtibû, hunera dengbêjiyê dabû danasîn.

Di Nîsana borî de jî nûçeya mirina dengbêj û şervana YPJ'ê Viyan Peyman li gelek welatên cîhanê deng vedabû û bal kişandibû ser hunera dengbêjiyê, nemaze jî li welatên Spanîaxêver piştî ku malpera 'Actualidad Kurda' derbarê stran û têkoşîna Viyan Peyman gotarek weşandibû. Nivîs bû çavkaniyek ji gelek malper û rojnameyan re, her wiha ji aliyê bi deh hezaran kes di medya civakî de hatibû parvekirin.


Navnîşa têkiliyê

Dengbêjin ku dixwazên beşdarî çalakiyên Welatê Bask bibin dikarin kurtejiyana xwe ji vê navnîşanê re re bişînin: 

actualidadkurda@gmail.com


ZINAR ALA / MADRÎD