Lîstika komedî ya bi navê “Bêrû” wê ji aliyê NÇM’ê ve bê pêşandan, li gelek bajaran xwe bigihîne hunerhezan. 

Hunermendên (NÇM) ji bo lîstika “Bêrû” ya duperdeyî ya ji aliyê Darîo Fo ve hatiye nivîsandin û lîstikeke komediyî û polîtîk e, bidin pêşandan derketin tûrneyê. Derhênerê lîstikê Nazmî Karaman e û di lîstikê de lîstikvan Rûgeş Kirici, Omer Şahîn, Sakîna Jîr û Cîhad Ekîncî dilizîn. 


Li Wanê dest pê dike

Tûrne wê li Wanê dest pê bike û li Êlih û Amedê jî bi dawî bibe. Wê lîstik di navbera 8-9’ê Kanûnê de li Eywana Şanoyê ya Mencel a Wanê bê pêşandan û paşê wê di 12’ê Kanûnê de li Eywana Konferansê ya Tahir Elçî ya Êlihê û herî dawî jî wê di navebar 13-14’ê Kanûnê de li Şanoya Bajêr a Amedê bê pêşandan. 


Şanonameya Darîo Fo ye

Lîstik ji du perdeyan pêk tê, lîstikeke kodemiyî û polîtîk e û ji aliyê nivîskarê Îtalî yê xelatgir Darîo Fo ve hatiye nivîsandin. Lîstik îlhama xwe bûyera revandina siyasetmedar Aldo Moro digire. Moro di sala 1978’an de ji aliyê Lîwayên Sor ve tê revandin û beramberî berdana wî şertê berdana girtiyên siyasî tê xwestin, lê belê hikûmet vê bazarê qebûl nake. Ji ber lihevkirin çê nabe, piştî revandinê 55 roj şûnde cenazeyê Moro li parkekê tê dîtin. Fo, di vê lîstikê de balê dikêşe ser vê mijarê.  


AMED