
Dara gundê Gundik a li herêma Girkê Legê, nîşaneya herêmê ye û ew dar di bîra 6 nifşên berê heye û mayînde bûye.
Her rêwiyeke ku di riya Girkê Legê-Dêrikê re derbas dibe, çavên wî bi dara berûyê ya li ser girê gundê Gundik dikeve. Ev dar, nîşaneyeke xwezayî ye ku vê herêmê nîşan dide. Û 6 nifêşên berê jî vê darê dinasin.
Gundê Gundik ê girêdayî herêma Alya ya ser bi herêma Girkê Legê, beriya 3 sedsalan hat avakirin. Gundê Gundik li herêmeke geştî, li bakûrê rojhilatê herêma Girê Legê ye, di gund de geliyek heye û ew gelî gundî dike du parçe. Li aliyê bakurê rojhilatê gund, girekî bilind heye û ji kîlometreyan dûr ve xuya dike. Tişta ku vî gundî di nava şêniyên herêmê de dide nîşandan, du darên berûyê ne ku li ser wî girî ne. Darên Berû ji dûr ve wekî darekê çavan dixapînin, lê ya rastî, du dar li rex hev in. Ew beriya 150 salan hatin çandin, li kêleka wan jî du gor hene, tê gotin ku ew gor, yên rûspiyên gund in.
Li ser girê gund her wiha, bermahiyên qesra kevin, gora oldarekî bi navê Şêxê Dîn hene ku navê gund li ser navê Gundikê Şêxê Dîn hatiye kirin. Şêniyên gund ji bo bêhnvedanê an jî ji ber bereketa bi gora Şêxê Dîn, vî girî wekî meqsed dibînin.
GIRKÊ LEGÊ