Şervanên QSD’ê li Dêra Zorê dawî li çeteyên DAIŞ’ê anî. Piştî ku QSD’ê 23’ê Adara 2019’an bi awayekî fermî serketina xwe ya li dijî DAIŞ’ê ragihand, ji seranserê cîhanê peyamên pîrozbahî û kêfxweşiyê hatin. Gelek sazî û rêxistinên Kurdistanî jî bi daxuyaniyan serketina şervanên azadiyê pîroz kir.

YBŞ/YJŞ’ê jî QSD pîroz kir

Fermandariya YBŞ/YJŞ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî serketina QSD’ê, YPG/YPJ’ê ya li dijî DAIŞ‘ê pîroz kir û got, “Ev ked û berxwedana pîroz serdemeke nû bi xwe re anî û bû nirxê hevpar ê tevahiya gelan. Wek zarokên civaka Êzîdî em malavahiya wan dikin. Me piştî fermana 2014´an hêzên YBŞ û YJŞ´ê bi rêxistin kirin û tola axa pîroz ji DAIŞ rakir. Dîsa li gel vê li Minbic, Reqa û deverê din, bi YPJ û QSD´ê re mil bi mil di heman çeperan de li hemberî DAIŞ´ê me şer kir, ev jî ji bo me rumeteke pirr mezin bû. Ev roj, rojeke dîrokî ye, hêzên berxwedanê tişta ku di aqil û xeyalê kesî de nebû, pêk anî. Bu model û cesareta têkoşîna azadiya gelan.”

Talabanî serketin li Kurdan pîroz kir

Cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Qubat Talabanî jî serketina QSD’ê bi daxuyaniyekê di serî de li şervanên QSD’ê, li hemû gelê Kurd pîroz kir û got,  “Kêfxweşiyeke mezin e ku rêxistina terorîsta a herî mezin ya cîhanê bi destê Kurdan û hevpeymanên wan bi dawî hat.”

Jinan gelek azar kişandin

Meclisa Jinên Sûriyê jî serketina şervanên QSD‘ê  pîroz kir û got, “Em weke Meclisa Jinên Sûriyê vê serketina mezin li gelê me yê Sûriyê, hemû mezlûm û azadîxwazan pîroz dikin û spasiya şervanên qehreman ên QSD‘ê dikin ku ev serketin pêk anîn. Ev serketin ji bo me jinan xwedî taybetmendiyeke cuda ye, ji ber ku herî zêde jinan ji ber hovîtiya DAIŞ‘ê azar kişandin.”

Yekîtiya gelan bi ser ket

Daxuyaniyeke bi heman armance jî ji Tevgera Azadî hat. Tevgera Azadî serketina QSD’ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li gelê Kurd û gelên Suriyeyê pîroz kir û got; “Bi têkçûna DAIŞ’ê re derket holê ku li Suriyê û herêmê modêla demokratîk û yekîtiya gelan bi ser ketiye.”

Bi şahiyê pîroz kirin

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê jî civiyan û bi şahiyekê serketina QSD`ê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê pîroz kir. Di şahiyê de ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Ebû Emar axivî û serketina QSD`ê li tevahiya şênî û dayikên şehîdan pîroz kir û diyar kir ku ev serketineke pirr mezin e li dijî terorê.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN